Haydar Şahin
01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
KARS
Gola Çildirê ya gola herî mezin a 2yan ya Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye zivistanê tevahiyê rûyê wê dicemide havînê ji bo kesên dixwazin hênik bibin dibe sitargeh.
Rûyê Gola Çildirê ya ku di navbera sînorê Qers û Erdexanê da ye zivistanê dicemide, havînê jî turîstên xwecî û biyanî eleqeyeke mezin nîşanî golê didin.
Dema hewa zehf germ dibe turîstên xwecî û biyanî dikevin Gola Çildirê sobanî dikin û xwe hênik dikin. Cihê golê hezar û 959 mêtre li bilindahiyê ye.
Qada golê 123 kîlomêtreqere ye, tûrîst dikevin golê û hin caran jî li Mala Darîn a bi destê Walîtiya Qersê hatiye çêkirin bêhna xwe vedidin û dema xwe derbas dikin.
Welatiyên li dora golê û Mala Darîn dema xwe derbas dikin, xwe ji ser îskeleya ku teze hatiye çêkirin ra diavêjin nav ava hênik.
Kadîr Surmeliyê welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema hewa germ dibe tên û dikevin ava hênik a Gola Çildirê û li wir dema xwe derbas dikin.
Surmelî got ku Gola Çildirê ji bo herêmê zehf girîng e û wiha axivî: "Em dawiya hefteyê bi malbata xwe ra tên vê derê û bêhna xwe didin. Ev dera ji bo Qers û Erdexanê ciyekî zehf baş e."
Surmelî destnîşan kir ku bi taybetî dawiya hefteyê dora golê zehf qerebalix dibe û wiha pê da çû: "Gola Çildirê eleqeyeke mezin dibîne, ferqa wê ji peravên Behra Sipî û Egeyê tune. Ez tawsiye dikim ku bira her kes were vê derê. Ava golê jî zehf xweş e."
- "Bira nebêjin li Qersê behr tune"
Suat Kartalê welatî jî got ferqa Gola Çildirê û behrê tune û wiha axivî: "Ev dera zehf xweş e. Ji bo behrê lazim nake herin Stenbolê. Behra Qersê jî heye. Lazim nake ku ez qalê bikim, hûn jî dibînin. Ez her kesî dawet dikim, bira nebêjin li Qers behr tune."