Önder Beyter
23 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2019
Salman Çarliyê 80 salî ku hosteyê herî kal ê Sûka Paxirvanan a Entabê ye, pîşeyê xwe yê ku di 7 saliya xwe da wekî çirax dest pê kir, ev 73 sal e didomîne.
Çarliyê ku di maleke destteng da li Taxa Kalealtiyê sala 1939an da çavê xwe li dinyayê vekir, di piçûktiya xwe da dest bi şixul kir.
Çarli ku hê gava 7 salî bû, bavê wî di Sûka Paxirvanan da, da ber destê hosteyekî ku fêrî pîşeyê bibe û wî jî bi hezkirin dest bi xebatê kir.
Hoste Selman digel ku evqas sal di ser ra derbas bûn, lêbelê wî dest ji pîşeyê xwe nekişand û bi berdewamî teşe dide paxir.
Çarli di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wî serdemeke gelekî baş a çiraxtiyê derbas kir û ew li ber destê hosteyê xwe fêrî zenaetê paxirvaniyê bû.

Çarli diyar kir ku ew timî zewqê ji karê xwe distîne û xebat ji bo wî dilxweşî ye û wiha dewam kir:
"Bavê min destê min girt û ez anîm dan ber destê hosteyê paxiran. Helbet wê demê feqîrî bû. Gava ez hatim vê derê, sola min tunebû. Min ji çiraxtiyê dest bi kar kir. Heya 15 saliya xwe ez bingehê vî karî hîn bûm. Dû ra gava ez hînî kar bûm, ez derbasî ber koçekê bûm û min dest pê kir û teşe da her tiştî. Piştî ku êdî em bûn destbiemel, ucreta hefteyane êdî dan me."
Çarli bal kişand ku ew wer bawer e ku riziq, serê sibehê zû tê belavkirin û wiha dewam kir, "Ev 73 sal in ez di banga sibehê da radibim, nimêja xwe dikim û têm dikana xwe vedikim. Ji ber ku ez elimîme zû vekim, lewma ez hatim vî emrê xwe. Ez hê jî zû vedikim. Wate serê sibê yê ku ewil vedike, ez im."

- Dikana sê nifşan kêleka hev e
Çarli bal kişand ku ew gelekî kêm nexweş dikeve û emelkirina bi pazir ji bo tenduristiyê jî rind e û wiha got:
"Ez 73 sal e li vê derê me û min qet destê xwe ji paxir nekişand. Min hê qet nedîtiye ku dereke min êşiyaye. Ez salê carekê an diçim ser doktor an jî naçim."
Çarli herwiha got ku heya ji destê wî tê ew hewil dide ku pîşeyê fêrî nifşa nû jî bike û wiha got, "Min ev pîşe fêrî kurê xwe kir û wî jî fêrî kurê xwe kir. Kurê min li kêleka min dikana xwe vekir û dû ra îja kurê wî li rexê wî ji xwe ra dikan vekir. Niha kalik, kur û nevî li kêleka hev dikanên me hene û em li benda qismetê xwe ne."