ji saziyê

"Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a AAyê rengekî navneteweyî hildaye"

Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê Metîn Mutanoglu: "Di van perwerdeyan da armanca me ya bingehîn ew e ku rojnamevan dema çû cihekî şer lê heye yan jî herêmeke qeyranê bila nemre, birîndar nebe û zirarekê nebîne."

Türkan Tosun, Haydar Şahin  | 18.07.2019 - Rojanekırın : 20.07.2019
"Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a AAyê rengekî navneteweyî hildaye"

Istanbul

Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Metîn Mutanoglu got Perwerdeya Nûçegihaniya Şer rengekî navneteweyî hildaye û wiha axivî: "Di van perwerdeyan da armanca me ya bingehîn ew e ku rojnamevan dema çû cihekî şer lê heye yan jî herêmeke qeyranê bila nemre, birîndar nebe û zirarekî nebîne. Ji ber vê perwerde ji hêla pisporan va tê dayîn."

Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 15emîn a Ajansa Anadoluyê wê di navbera 22yê Tîrmehê û 2yê Tebaxê da çêbibe.

Ji welatên cuda 12 rojnamevan wê beşdarî perwerdeyê bibin û perwerde cara ewil wê Erebî bê dayîn.

Perwerde bi hevkariya Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariyê ya Tirkan (TÎKA) û Ajansa Anadoluyê (AA) va tê dayîn.

Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê Metîn Mutanoglu û Midûrê Akademiya Nûçeyan a AAyê Cîhangîr Îşbîlîr beriya perwerdeyê daxuyanî dan.

Mutanoglu daxuyand Akademiya Nûçeyan a AAyê di sala 2011an da ava bû, di sala 2012yan da dest bi Perwerdeya Nûçegihaniya Şer kir û her sal 2-3 caran vê perwerdeyê dide.

Der barê kesên beşdarî perwerdeyê dibin da Mutanoglu got ji bilî çapemeniya Tirkiyeyê ji medyaya navneteweyî jî rojnamevan beşdarî perwerdeyê dibin.

Mutanoglu got ji Artêşa Tirkiyeyê, Hîva Sor a Tirkiyeyê, AFADê û saziyên bi vî rengî pispor perwerdeyê didin rojnamevanan û wiha axivî: "Him ji Akademiya Polêsan, him ji TSKyê, him ji AFADê û him jî Hîva Sor pispor perwerdeya alîkariya ewil a tenduristiyê, ajotina biserkeftî didin. Di van perwerdeyan da armanca me ya bingehîn ew e ku rojnamevan dema çû cihekî şer lê heye an jî herêmeke qeyranê bila nemre, birîndar nebe û zirarekê nebîne. Ji ber vê perwerde ji hêla pisporan va tê dayîn."

- "Em ewil perwerdeya terorîk û paşe jî ya pratîk didin"

Ji bo zimanê perwerdeyê Mutanoglu got ewê cara ewil bi Erebî be û wiha dewam kir: "Em dixwazin rojnamevanên Ereb jî perwerde bikin. Înşallah wê ji bo wan jî bibe perwerdeyeke baş û amadehiyek. Em ji Perwerdeya Nûçegihaniya Şer ra dibêjin 'perwerdeya birêvabirina qeyranê'. Lewra hin herêman şer, hinekan jî qeyranên cidî hene. Xwepêşanên mezin, xwepêşanên kuçeyan çêdibin. Bi tenê bi makîneyên wêneyan dikşîne û kamerayan va li van herêman xebat zehmet e. Meseleya me ew e ku tiştek neyê serê wan. Ji ber vê em ewil perwerdeya terorîk û paşe jî ya pratîk didin wan ku ew li van deran bikaribin xwe ji bombeyan, şer, xaza rondikrêj biparêzin, vê tiştê hîn bibin."

Mutanoglu got di Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 15emîn da rojnamevanên Ereb wê perwerdeyê bibînin û wiha pê da çû: "Dema ev rojnamevan diçin herêmê baldartir dixebitin. Wek AA em jî nûçegihanên vê perwerdeyê hilnedane naşînin van herêman."

- "Bi tenê AA perwerdeya pratîk a qadê dide"

Mutanoglu diyar kir ku di pêşerojê da jî perwerdeyên wan ew ê dewam bikin, li dinyayê bernameyên wekî vê tên dayîn lêbelê bernameyeke berfireh a li qadê tê dayîn bi tenê li AAyê heye.

Mutanoglu destnîşan kir ku dixwazin Perwerdeya Nûçegihaniya Şer têxin marqe û wiha axivî: "Daxwaza me ew e ku hevpîşeyên me yên biyanî yên li çar aliyên dinyayê ji vê perwerdeyê derbas bikin. Daxwaza me ew e ku Perwerdeya Nûçegihaniya Şer li li dinyayê belav bibe. Tirkiye ji bo vê herêmeke girîng e lewra li dora wê kirîzên mezin hene."

- "Em ê cara ewil bi Erebî Perwerdeya Nûçegihaniya Şer bidin" 

Cîhangîr Îşbîlîrê Midûrê Akademiya Xeberan a AAyê jî destnîşan kir ku ji bo ewlehiya canê rojnamevanên li herêma afatê, pevçûn û şer wezîfeyê dikin pêk bînin perwerdeya teorîk û pratîk didin.

Îşbîlîr diyar kir ku perwerde 112 saetan dewam dike:"Kêmzêde 40 saet perwerdeya teorîk ya din jî perwerdeya pratîk a li qadê tê dayîn. Em hemû îhtimalên dibe ku werin serê rojnamevanekî wekî senaryo amade dikin û li gor vê perwerdeyê didin."

Îşbîlîr diyar kir ku perwerdeyê bi pisporên Artêşa Tirkiyeyê, endamên herekata taybet, Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê û AFADê ra perwerdeyê didin û wiha got:"Perwerdeya teorîk bi destê pisporan û nûçegihanên şer tê dayîn. Em ê cara ewil vê heyamê perwerdeyê bi Erebî bidin. Me berê bi zimanên din perwerde da. Ji sedî 60ê pevçûnên li dinyayê li alema Îslamê diqewimin. Ji bo ku ji vê herêmê xeber baş werin nivîsandin, wêne û dîmen werin kişandin dibê nûçegihan baş werin perwerdekirin." 

Cîhangîr Îşbîlîr destnîşan kir ku perwerdeyên wan ew ê di pêşerojê da dewam bikin û wiha pê da çû:"Ji her aliyên dinyayê nûçegihan dixwazin ku vê perwerdeyê bistînin. Lewra tiştekî rast nîne ku kesê perwerde nedîtiye here herêma şer. Dibê nûçegihan ji hêla psîkolojîk û fîzyolojîk va werin amadekirin. Çend meh şûnda perwerdeya bi Îngilîzî jî ew ê were dayîn. Wekî mayîn ji bo nûçegihanên li Tirkiyeyê jî em ê perwerdeyê bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.