Hikmet Temeş
13 Hezîran 2026•Rojanekirin: 13 Hezîran 2026
HAKKARÎ (AA) - Li Zanîngeha Hekariyê 800 xwendekar mezûn bûn.
Merasima mezuniyetê ya zanîngehê li Kampusa Zeynel Beyê hat kirin.
Waliyê Hekariyê Îbrahîm Taşyapan di merasimê da axivî û got ku li zanîngehê ji 5 hezarî zêdetir xwendekarên qeydkirî hene.
Taşyapan got ji ber ku bûn şirîkê kêfxweşiya xwendekarên mezin kêfxweş in û got ku "Ez hêvî dikim ku ev mezuniyet ji bo welatê me, malbatên we û ji we ra bi xêr be."
Rektorê Zanîngeha Hekariyê Prof. Dr. Musa Gençcelep jî xwendekarên mezin pîroz kir.
Gençcelep di jiyana wan a pîşeyê da ji bo xwendekaran serkeftin xwest û got ku heta îro biqasî 9 hezar xwendekar ji zanîngehê mezun kirin.
Bername bi avêtina kepan û konsera biçûk bi dawî bû.
Serokbajarê AK Partiyê Zeydîn Kaya, Midûrê Werziş û Ciwaniyê Emîn Yildirim, Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Îdrîs Agacanoglu, akademîsyen, xwendekar û malbatên wan beşdarî bernameyê bûn.