Şahin Seçen
06 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Cotkarên ku li gundê Gonulluyê dijîn, piştî ku genimê xwe dirûtin û zeviyên xwe yên ku dikarin av bidin, bi zibare seba danîna çeltûkê amade dikin.
Cotkar şeveqa sibehê dest bi kar dikin û bi rêbazên kevnare avê berdidin çalan û paşê tê da çeltûkê datînin.
Ji cotkaran Mehmet Aydin ji nûçegihanê AAyê ra got ku piştî dirûna genim wî li ser eraziyê xwe yê nêzî 2 dekarî birinc çand.
Aydin diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe vir va birinc hildiberîne û ew û cotkarên din alîkariya hev dikin.
Aydin destnîşan kir, ji ber ku eraziyê wan berwar e, ew bi rê û rêbazên kevnare hilberînê dikin û wiha dewam kir, "Karê me pir bi zehmet e, keda destan e."
Hasan Yilmaz jî destnîşan kir ku çandina çeltûkê zor û zehmet e.
Yilmaz daxuyand ku dahata wan ji hilerîna çeltûkê tê û wiha dewam kir, "Em bi eqreba û gundiyan ra alîkariya hev dikin. Ji bo ku em xwe ji germê biparêzin, em nimêja sibehê dikin û tên baxçe, lewra dema ku germ dibe meriv nikare bixebite. Nêzî mehekê kar wiha dewam dike. Em di îlon-cotmehê da jî dest bi dirûnê dikin."