Herekata Kaniya Aştiyê

"Wexta terorîst ji herêma ewle derkevin wê herekat biqede"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Pêşniyaza me ew e ku hema îşev bira hemû terorîst çek û melzemeyên xwe bihêlin û ji herêma ewle derkevin. Wexta ev bê kirin jixwe wê Herekata Kaniya Aştiyê biqede."

16.10.2019 - Rojanekırın : 16.10.2019
"Wexta terorîst ji herêma ewle derkevin wê herekat biqede"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Pêşniyaza me ew e ku hema îşev bira hemû terorîst çek û melzemeyên xwe bihêlin û ji herêma ewle derkevin. Wexta ev bê kirin jixwe wê Herekata Kaniya Aştiyê biqede."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir dewletên ku DEAŞê wek proje derxistin, pere danê û fiîlî îdare kirin îro jî qaşo mîna neyarê herî mezin yê DEAŞê derketine pêşberî wan û got ku lê em baş dizanin ku di vê meseleyê da kî kîjan rolê dilîze.

Erdogan der barê meseleya Sûriyeyê da diyar kir dixwazin ji bona Sûriyeyê hildin projeyekê bidin destpêkirin û wiha got: "Ey Lîga Ereban, gelo we çend Sûriyeyî qebûl kirin? We Sûriyeyê ji Lîga Ereban derxist û niha jî ji bona heqaretê li Tirkiyeyê bikin dixwazin bo Sûriyeyê hildin projeyekê bidin destpêkirin. Ey Rojava, Lîga Ereban û hemû dewletên ku parî exlaq û wijdan bi wan ra heye, ez bangî we hemûyan dikim, dinya dewran e."

Serokomar Erdogan destnîşan kir di dîroka Tirkiye û Tirkan da teslîmbûn tuneye û wiha axivî: "Çi hewce dikir me ew kir. Me bi xelkê xwe ra alaya têkoşînê bilind kir. Lewra tiştekî din bi miletê ku gotiye 'yan îstiqlal û yan mirin' û dewleta xwe ava kiriye, nediket. Ne li bendê bûn ku artêşa Tirk wê wiha zû tevbigere. Dîtin ku hesab çep zivîrî, li ser vê niha digerin."

Erdogan got ku ji bo 20 welatiyên me yên ku di Herekata Kaniya Aştiyê da can dane û 170 welatiyên me yên ku birîndar bûne kes li me negeriya, sersaxî neda û şifa nexwest û wiha dewam kir: "Vana baş nas bikin û qet ji wan bawer nekin. Bawerî bi vana nabe."

Serokomar Erdogan destnîşan kir Tirkiyeyê di dîroka xwe da tu carî qetlîama sivîlan nekiriye û nake jî û wiha peyivî: "Yên Tirkiyeyê bi kuştina sivîlan va sûcdar dikin kor in, kerr in, zimanê wan tûj e, dilê wan kevir e û wijdana wan tuneye. Heger hûn dixwazin qetlîma sivîlan bibînin li Efxanistan û Arakanê, li Qafqasan li Qerebaxa Jorîn û li Balkanan li Bosnayê mêze bikin. Heke hûn dixwazin qetlîama sivîlan bibînin, herin li ber neynikê û xwîna bêgunehan a tevahiya dîrokê da destê we geriyaye binêrin. Heke hûn dixwazin qirkirina li hemberî sivîlan hatiye kirin bibînin berî mudaxeleya Tirkiyeyê vegerin û li Qibrîsê mêze bikin, li ber pozê we ye, li Filistîna ku Misilman di kuçe û kolanên wê da bi qestî tên kuştin mêze bikin."

Erdogan diyar kir ne li dijî gelê Sûriyeyê ne û bi gelê Sûriyeyê ra li dijî zaliman têkoşînê didin.

Serokomar Erdogan diyar kir naxwazin ku tu carî hûn bikevin halekî wiha lê vê baş bizanibin ku sibê roj hûnê jî bikevin nav tengasiyên wiha û wiha axivî: "Wê demê jî wê hin kes ji bo têkoşîna we ya li dijî terorê piştevaniyê nede û di şûna wê da wê li terorîstan xwedî derkevin û ji bo hewandina wan hewl bidin. Bawer bikin hûnê wê demê me baş fehm bikin."

Erdogan destnîşan kir li dinyayê tu dewletek bi qasî Tirkiyeyê dijî terorê şerekî evqas mezin nade û karê xwe bi paqijî nake û wiha axivî: "Bi snîperan va ji dêrê gule berdidin. Çima ji bo ku em dêrê bidin ber topan. Lê me nekir. Lewra ewder perstgeheke. Em evqas hesas in."

Serokomar Erdogan diyar kir di Herekata Kaniya Aştiyê da bi pêşveçûna gav bi gav ve heta niha qadeke ji hezar û 220 kîlomtreqereyî pêk tê paqij kirine.

Erdogan destnîşan kir di dîroka Komara Tirkiyeyê da bi rêxistineke terorê ra li ser heman maseyê cih girtin tuneye û got ku ji bo vê jî em li navbeynkaran filan jî nagerin û wiha dewam kir: "Tirkiye welatekî xwedî tecrube û dirayetê ye ku dizane bi terorîstan ra bazarî nayê kirin, heke bê kirin jî tu mene û encama wê çênabe. Yên bi salan e bi terorîstan ra di hembêza hevdu da rûdinên kîjan bazariyê dixwazin dikarin bi wan ra bikin, lê em tu carê nakin. Teklîfa me ev e, bira hemû terorîst hema îşev çek û alavên xwe daynin, defikên xwe îmhe bikin û ji herêma ewle ya me kifş kiriye derkevin."

Serokomar Erdogan got ku em dikarin bi awayekî DEAŞiyên hewl bidin welatê me hedef bigrin berteref bikin û bila rayedarên cihên din ên ku ew (DEAŞ) berê xwe bidine wir bifikirin û wiha dewam kir: "Her kesê ku ji bo mijara Sûriyeyê bê welatê me an jî me bigere bila vê tevgera Tirkiyeyê ya eşkere, dilsoz û maqul binêre û li gor wê amadehiyên xwe bike. Berevajî vê emê wext û hewla xwe badilhewa xerc bikin."

Erdogan diyar kir li Sûriyeyê dema ku li vê derê hikûmeteke meşrû ya nûnertiya hemû aliyan dike bê damezrandin ew cihên niha ewlehî û îdarekirina wê di dest me da ye emê dewrî wan bikin û got ku em bi tenê ava dikin, îhya dikin lê em tu carî zilmê nakin.

Serokomar Erdogan got ku em ji wan kesên ku ji ber geşedanên li Sûriyeyê diqewimin bi muheyîdeyên aboriyê gefan li me dixwin ra dibêjin ku ji pira pir ji hindika hindik diçe.

Erdogan der barê teklîfa ji herêma ewle derketina terorîstan da got ku heke ev gotina ku em dibêjin bi cih were jixwe Herekata Kaniya Aştiyê wê bi xwe dawî bibe.

Serokomar Erdogan diyar kir heke hewce bike wê heft duwelî hildin hemberî xwe û rûmet, îzet û heysiyeta vê umetê û vî gelî nakin nav dest û piyan û got ku em ê nekin jî.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha peyivî: "Girê Şehîdan qet vala nemîne jî ji bo heq, rastî, xizmeta welat û gelê xwe emê têkoşîna xwe bidomînin. Heta nefesa me ya dawîn, taqeta me ya dawîn emê ji vê rêyê venegerin. Bi hişmendiya hesabê herî mezin hesabê Xwedê ye va ne li ser rêya mecburî me dikin, li ser rêya li gorî me raste emê bimeşin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.