Tirkiye, Herekata Kaniya Aştiyê

Mutanoglu li Akçakaleyê bû mêvanê weşanên zindî

Alîkarê Midûrê Giştî û Berpirsyarê Weşana Giştî yê AAyê Metîn Mutanoglu di televîzyonên ku ji Akçakaleya navçeya Rihayê weşana zindî dikin da qala xebatên ku AA der barê Herekata kaniya Aştiyê dike kir

Elif Orhan  | 16.10.2019 - Rojanekırın : 17.10.2019
Mutanoglu li Akçakaleyê bû mêvanê weşanên zindî

Şanlıurfa

Alîkarê Midûrê Giştî û Berpirsyarê Weşana Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Metîn Mutanoglu bû mêvanê weşanên zindî yên qenalên televîzyonê yên ku ji Akçakaleya navçeya Rihayê weşanê dikin.

Mutanoglu bi ekîbên Ajansa Anadoluyê yên ku bi kordînasyona Levent Harmanê Alîkarê Edîtorê Nûçeyên Welat a AAyê li navçeya Akçakaleyê Herekata Kaniya Aştiyê dişopînin ra hat bal hev.

Metîn Mutanoglu ji Harman û Salîh Bîlîciyê Midûrê Herêma Gazîentabê yê AAyê der barê xebatên ku li saheyê tên kirin agahî hildan û got ji bo ku piştgirî û moralê bide ekîbên ku di çarçoveya herekatê da bi fedekarî dixebitin hat herêmê.

Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê û Berpirsyarê Weşana Giştî yê AAyê bû mêvanê weşanên zindî yên TRT Haber, NTV û Tvnetê û qala xebatên AAyê yên li Midûriya Giştî û sehayên yên der barê herekatê da kir.


Mutanoglu ragihand ku dijî xebatên propagandayê yên ku alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê der barê herekatê da ji ser hesabên çapemeniya civakî dimeşînin li AAyê ekîbeke taybet hat avakirin û bal kişand ku rastiyan jî bi awayekî dîtbarî radigihînin hemû dinyayê.

Metîn Mutanoglu got ku bi vî awayî bi awayekî lez û bez berî tê girtin ku rêxistina terorê propagandaya reş bike.

Mutanoglu bi Midûrê Giştî yê TRTyê Îbrahîm Erenê ku li herêmê ye ra hat bal hev û der barê fealiyetên ku AA û TRT der barê herekatê da dikin fikrên xwe bi hev ra parve kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.