Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Ew ê li herêma erdhejê tu xwedanmaf bê xanî nemîne"

26.10.2024 - Rojanekırın : 27.10.2024
Serokomar Erdogan: "Ew ê li herêma erdhejê tu xwedanmaf bê xanî nemîne"

Serokomar Erdogan: "Em ê heta dawiya 2025an teslîmkirina 452 hezar û 958 xanî, kargeh û tewleyan biqedînin. Ew ê li herêma erdhejê tu xwedanmaf bê xanî nemîne."

"Rojeva xelkê çi dibe bila bibe, rojeva sereke ya îqtidar û îtifaqa me ew e ku em zûtir erdhejzedeyên xwe bigihînin malên wan yên nû."

 "(Li herêma erdhejê) Heta nuha me îhaleya 350 hezar û 430 xanî û kargehan kiriye."

"Em ê îro peşka 29 hezar û 311 xaniyî biavêjin û teslîm bikin. Em bextewar in ku em 130 hezaremîn xaniyê bobelatê teslîmî erdhejzedeyan dikin."

"Ne ew baronên terorê ku ji xwînê û hêsiran bixwedî dibin û ne jî xulamên emperyalîzmê yên ku çavên xwe berî Hatayê dane, nikarin têkevin navbera me û Sedsala Tirkiyeyê."

"Em ê hê bi sedsalan bêyî cudakirina Tirk, Kurd, Ereb, Elewî û Sunnî, em ê 85 milyon bi hev ra li ser vê axê bi biratî bijîn."

"Em ê miheqeq Tirkiyeyeke ku lê teror û tundî tuneye û lê aramî, demokrasî û biratî serwer be, ava bikin."

"Ez ji bo cîranê me Îran û hikûmeta Îranê ku duh bi şev bû armanca êrîşkariya Îsraîlê, hêviyên xwe yên derbasîbûnê destnîşan dikim."

"Hikûmeta Siyonîst a Îsraîlê ku hêzên Rojavayî pir rû daninê, hewl dide agir berde fitîla şerê herêmî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın