Zelenskiy: "Ukrayna ji bo her cure formatên mizakereyê amade ye"

Kiev
Volodimîr Zelenskiyê Serokdewletê Ukraynayê diyar kir ku ji bo dawîlêanîna şer amade ne ku bi aliyê Rûsyayê ra her cure mizakereyê bikin û diyar kir ku dê sibê li Tirkiyeyê be.
Zelenskiy di peyama xwe ya bi dîmen a ku êvarê parve kir da der barê mizakereyên aştiyê yên ku dê li Stenbolê di navbera Rûsya û Ukraynayê da bê kirin axivî.
Serokdewlet Zelenskiy da zanîn ku ji bo hevdîtinên dê li Tirkiyeyê bên kirin îro bi ekîba xwe ra çend civîn kirin.
Zelenskiy da zanîn ku der barê rayedarên ku dê ji Rûsyayê bên Tirkiyeyê da hê agahiyeke zelal hilnedane û axaftina xwe wiha domand:
"Ez li bendê me ka dê kî ji Rûsyayê bê û ez ê li gor wê diyar bikim ka divê Ukrayna pêngaveke çawa biavêje. Sînyalên ji çapemeniyê tên hê jî qanîke nînin. Em di heman demê da dibihîzin ku Trump (Serokdewletê Amerîkayê Donald) difikire ku bê Tirkiyeyê.dibe ku ev bibe argumana herî xurt. Hefteyek birastî jî dikare her tiştê biguherîne."
Zelenskiy ragihand ku Ukrayna di mijara mizakereyan da ji avêtina pêngavan natirse û got ku "Girêdayî dinyayê ye ka dê şer çawa biqede. Ukrayna ji bo her cure formatên mizakereyê amade ye, em ji civînê natirsin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.