Dinya

Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borneyê îstifa kir

Şeyma Uzundere  | 08.01.2024 - Rojanekırın : 10.01.2024
Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borneyê îstifa kir

Ankara

Hat ragihandin ku Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borneyê îstifa kir.

Di daxuyaniya Qesra Elyseeyê de hat destnîşankirin ku Borneyê îstifaya hikûmeta xwe pêşkêşî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kir û Macron jî qebûl kir.

Macron di parvekirina xwe ya li ser hesabê Xê de derbarê îstifaya Borneyê de daxuyanî da û ji ber xizmetên wê spasiya wê kir.

Macron destnîşan kir ku xebatên xizmeta Borneyê ya ji bo gelê Fransayê mînakek e û wiha got, "We projeya me ya wêrekiya jinan, berpirsyarî û biryardariya wan xiste rewacê. Ez ji dil û can spasiya we dikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.