Serokomar Erdogan wê here Macaristanê

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser vexwendina Serokomarê Macaristanê Vîktor Orban wê îro here Macaristanê ku beşdarî pîrozbahiyên Roja Rîzgariyê ya Dewleta Macaristanê û Şampiyoniya Atletîzmê ya Dinyayê bibe.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, Erdogan wê di ziyareta xwe da li ser têkiliyên dualî yên her du dewletan biaxive û der barê geşedanên herêmî û kurewî da ew ê fikrên xwe parve bike.
Ji bilî vê, Erdogan wê beşdarî pîrozbahî û çalakiyan bibe, hin hevdîtinên fermî bike.