Serokomar Erdogan: Pûtîn di nav meha tebaxê da wê serdana Tirkiyeyê bike

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê ziyareta ku wê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ber bi Tirkiyeyê va bike da got ku wext hêj diyar nîne lê di nav meha tebaxê da wê pêk bê.
Serokomar Erdogan nimêja îniyê li Mizgefta Kerem Aydinlar a Çengelkoyê kir û piştî nimêjê jî pirsên endamên çapemeniyê bersivand.
Rojnamegerekî pirsa xebatên AK Partiyê yên der heqê hilbijartinên herêmî kir, li ser vê Erdogan got ku xebatên di wê qadê da didomin û Serokatiya Karên Hilbijartinê bi mijarê ra eleqedar e.
Serokomar Erdogan der heqê ziyareta ku wê Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn ber bi Tirkiyeyê va bike da jî got ku wext diyar nîne lê di nav meha tebaxê da wê ew serdan pêk bê û wiha domand: "Wext hêj nediyar e. Lê Wezîrê me yê Karên Derva, Serokê me yê Îstixbaratê hemû hevdîtinan dikin. Di çarçoveya van hevdîtinan da ez wisa texmîn dikim ku di nav meha tebaxê da înşeallah wê ev ziyaret pêk bê."
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun jî tevlî Serokomar Erdogan nimêja înê kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.