Tirkiye

Serokomar Erdogan ji ber erdhejên 6ê Sibatê peyamek weşand

Emrullah Cesur  | 06.02.2025 - Rojanekırın : 07.02.2025
Serokomar Erdogan ji ber erdhejên 6ê Sibatê peyamek weşand

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Ez careke din ji bo malbatên me yên şehîdên erdhejê û miletê me sebrê dixwazim. Ji roja ewil pê va me wek dewlet û milet got 'Em ê bibin yek" û me tu carî destê xwe ji herêmên me yên ku di erdhejê da xisar dîtine nekişand."

Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ber 2yemîn salvegera erdheja 6ê Sibata 2023an ya ku navenda wê Kahramanmaraş e peyamek parve kir.

Erdogan wiha got: "Di duyemîn salvegera erdheja 6ê Sibatê ya ku ji kûr va tesîr li ser me hemûyan kir, di dilê me da birînên mezin vekir û di bîra gelê me da şopên ku wê tu carî jê neçin hişt da 53 hezar û 537 xwîşk û birayên me mirin ku ji bo her yekî ez ji Xwedê rehmetê dixwazim."

Serokomar Erdogan wiha dewam kir:"Ez careke din ji bo malbatên me yên şehîdên erdhejê û miletê me sebrê dixwazim. Ji roja ewil pê va me wek dewlet û milet got 'Em ê bibin yek" û me tu carî destê xwe ji herêmên me yên ku di erdhejê da xisar dîtine nekişand. Ji niha û pê va heta ku bajarên me bi tevahî li ser lingan bisekinin, em ê bi ked, xwîdan, cesaret û îradeyeke wek polayê xebatên xwe yên avakirin û vejînê bidomînin. Heta birînên ku me pêçabûn bi tevahî baş bin û hemû welatiyên me bigîhêjin malên xwe yên ewle û germ em ê ji biryardariya xwe tawîzê nedin. Em ê bîranînên hêja yên şehîdên xwe bi amîn, Fatihe, Yasîn û diayan va di dilê xwe da zindî bihêlin. Xwedê welat û miletê me ji afatên wiha biparêze."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın