Serokomar Erdogan: Em ji bo Xezeyê rabûne pê

Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em çawa li hemû ciyên ku destê me digihîjê derdê xwîşk û birayên xwe yên çavê wan li me ne parve dikin, em ji bo Xezeyê jî radibin pê."
Erdogan li Balafirgeha Ataturkê di "Mitînga Mezin ya Filistînê" da axivî ku Serokatiya Stenbolê ya AK Partiyê li dar xist.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got m ê sibê coşa salvegera 100emîn ya avakirina komara xwe û îro jî şewata dilê xwe ji bo Xezeyê ji hemû alemê ra biqîrin û wiha dewam kir, "Em çawa li hemû ciyên ku destê me digihîjê derdê xwîşk û birayên xwe yên çavê wan li me ne parve dikin, em ji bo Xezeyê jî radibin pê. Ji Qirimê heta Qerebaxê, ji Bosnayê heta Kerkûkê, ji Filistînê heta Tirkistanê, ji Efxanistanê heta Çeçenistanê me ji bo gelek erdnîgariyan rondik barandin. Em îro li vir tenê qetlîama li Xezeyê diqewime lenet nakin, digel wê em parastina îstiqlal û îstiqbala xwe jî dikin."
Erdogan di axaftina xwe da got, "Mixabin di nava siyasetmedarên welatê me da bextreşên ku Hemasê ji Netanyahu ra dihêlin hene, dibêjin Netanyahu çawa terorîst e Hemas jî wisa terorîst e, xwelîserno. Îro hin kes Xezeyê weke dereke dûr dibînin, heta weke dereke pir dûrî me dibînin. Mixabin vê bi eşkereyî jî dibêjin."
Serokomar Erdogan bang li Îsraîlê kir û wiha axivî, "Rojava deyndarê te ye lê deynê Tirkiyeyê ji te ra tune. Ji bo wê em evqas rehet dikarin biaxivin. Ji ber ku Tirkiye deyndarê te nîne Erdogan wiha xeber dide. Ji bo min got Hemas rêxistina terorê nîne Îsraîl pir aciz bûye. Me dizanibû hûn ê wisa bibêjin, loma jî me bi eşkereyî got. Binê têgehên ku rêvebirên payebilind yên Îsraîlê dibêjin bikolin, ji binê hemûyan wê nexşeya bêbextiyê ya ku axa welatê me jî di navê da ye dê derkeve. Îsraîl em jî dê te wekî sûcdarê şer li dinyayê îlan bikin, em amadehiya vê dikin û em ê wekî sûcdarê şer Îsraîlê li dinyayê bidin nasandin. Di 1947an da Xeze, Filistîn çi bû îro çi ye? Îsraîl tu çawa hatî vê derê? Tu dagirker î û tu rêxistinek î. Her kes dizane ku Îsraîl li herêmê tenê piyon e û gava roja wê hat dê bê fedakirin."
Erdogan diyar kir yên ku duh di şerê Ukrayna-Rûsyayê da ji bo sivîlên hatin qetilkirin rondikên tîmsehê barandin îro bêdeng mirina bi hezaran zarokên mesûm temaşe dikin û wiha axivî, "Rojava ji bo ku qetlîama zarok, jin, mesûmên li Xezeyê meşrû bike ji siyasetmedaran bigire heta çapemeniyê seferber bûye, Îsraîl bi awayekî eşkere sûcê şer dike. Ey Rojava, ez bangî we dikim, dilê we heye hûn dîsa têkoşîna hîlal-xaçê bidin destpêkirin? Heger hûn di nava hewldaneke wiha da bin, bizanibin ku ev gel nemiriye. Berpirsyarê herî mezin yê qetlîama li Xezeyê Rojava ye. Qetlîama li Xezeyê bi temamî berhema Rojavayê ye. Esas xwediyên lîstika ku li herêmê tê lîstin ew kes in ku şotiriyên rêvebiriya Îsraîlê diparêzin. Lewra Îsraîl bêyî wan nikare gav biavêje."
Serokomar Erdogan diyar kir divê çiqas zarok, jin, îxtiyar bimirin ku hûn agirbestê îlan bikin û wiha peyivî, "Lênûska gunehênan a Rojava car din fersah fersah ji bejna wê derbas kir. Li Xezeyê ne parastin qetlîameke berbiçav tê kirin. Li pey wê yekê ne ku bi birçîbûn, bêavî, hilweşandina xizmetên tenduristiyê bi komî gelê Xezeyê ji holê rakin. Ey dinya! Hûn hemû rastiyan dibînin, Sekereterê Giştî yê NYê diqîre, lê hûn nabînin, hûn kerr û kor bûne. (Rojava) Ev kuştinê baş dizanin. Cihûyan di odeyên xazê da komî tune dikirin û bi bombeya atomê bajaran tevî însanên tê da ji nexşeyan radikirin."
Erdogan di aaxaftina xwe da wiha got, "Înşeallah em ê wan rojan bibînin ku zalim dê ji jiyana gelê Filistînê biqeşitin û biçin. Dewamkirina zilma zaliman a heta hetayê baqî nîne. (Îsraîl) Bi eletewşî, helwest û gotinên ku bejna we, dilê we derbas dikin va hestên merhametê yên gelê Tirk terbiye nekin. Di mijara kuştina mirovan da tu derdê Îsraîlê tune. Bi awayekî eşkere û zelal dibêjin ku 'Em kuştinê baş dizanin' lê hûn dê bedêla vê giran bidin."
Serokomar Erdogan der barê Mitînga Mezin a Stenbolê da got nêzî 1,5 milyonî mirov hûn li vir kom bûn.
Serokomar Erdogan got "(Îsraîl) Jê bawer bin ku wekî kalikên we dê hewcehiya we û zarokên we jî di pêşerojê da bi vp çêbe, wê hewcehiya we bi Tirkiyeyê çêbe. Werin îro guh bidin me, guh bidin daxwaza me ya ji bo ku alîkariyan bigihînin mezlûman, guh bidin bangewaziya me ya ji bo tesîskirina aştiyê vekirina deriyên diyalogê."