Serokomar Erdogan digel endamên Konseya Serokatiya Bosnayê civiya

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku parastina yekîtî, aştî û îstiqrara Bosna-Hersekê û kûrkirina têkiliyên her du welatan ji bo Tirkiyeyê pir giring e û destnîşan kir ku di van mijaran da tevkariya biryardar, dilsoz û çêker a Tirkiyeyê wê zêdetir bidome.
Serokomar Erdogan bi endamên Konseya Serokomariyê ya Bosna Hersekê Denîs Becîrovîç, Zeljko Komsîç û Zeljka Cvîjanovîç ên ku ji bo Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê li Tirkiyeyê bûn ra hevdîtin kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê, di hevdîtinê da têkiliyên navbera Tirkiye û Bosna Hersekê, mijarên herêmî û pirsgirêkên kurewî hatin gotûbêjkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.