Serokomar Erdogan 104 saliya Ajansa Anadoluyê pîroz kir

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Ajansa Anadoluyê gelê me û raya giştî ya dinyayê rast û bêkêmasî agahdar kiriye, wezîfeya xwe bi başî bi cî aniye û bûye navnîşana nûçegihaniya rast û ewledar. Di heman demê da li çar aliyê dinyayê dibe dengê mezlûman û di vî warî da jî wezîfeyeke girîng dike."
Serokomar Erdogan bi wesîleya salvegera 104emîn ya Ajansa Anadoluyê (AA) ji Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Serdar Karagoz ra peymana pîrozbahiyê şand.
Erdogan di peyama xwe da salvegera avakirina AAyê ku bûye şahidê avakirin û mezinbûna komarê pîroz kir û wiha got, "Ajansa Anadoluyê gelê me û raya giştî ya dinyayê rast û bêkêmasî agahdar kiriye, wezîfeya xwe bi başî bi cî aniye û bûye navnîşana nûçegihaniya rast û ewledar. Di heman demê da li çar aliyê dinyayê dibe dengê mezlûman û di vî warî da jî wezîfeyeke girîng dike."
Serokomar Erdogan di peyama xwe da destnîşan kir Ajansa Anadoluyê yek ji saziyên girîng yên welêt e û got ku bawer dike ku AAyê daîm di sektorê da pêşeng be.