
Arbil
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî diyar kir, divê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li dijî PKKya rêxistina terorê "gavên rastîn bavêje" û di vê mijarê da hişyarî dan.
Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê û Berpirsê PDKyê yê Zaxoya navçeya Duhokê Ewnî der barê hebûna PKKya rêxistina terorê ya li Silêmaniyê da daxuyanî da "Kürdistan TV"ya dezgeha weşanê ya fermî ya PDKyê.
Ewnî got, "Divê YNK li Silêmaniyê li dijî PKKyê gavên rast bavêje. Heke wiha dewam bike, di paşerojake ne dûr da PKK wê li Silêmaniyê dest bi avakirina baregehên ewlehiyê bike û nasnameya rêvebirên YNK û rayedarên partiyên siyasî yên din kontrol bike û ji wan xwestina destûra derbasbûnê bixwaze."
Ewnî got ku rêxistina terorê li Ranya û Keladiza navçeyên Silêmaniyê "desthilatdarî ava kiriye" û wiha dewam kir, "PKK bela serê Herêma Kurdistanê ye. Mûsîbetek e."
Ewnî der heqê PKKyê da hişyarî da rayedarên Silêmaniyê û wiha got:
"Hevalên me yên li ser sînorê Silêmaniyê divê ji bo dijmintiya PDKyê rê li ber PKKyê veneke. PKK rêxistineke talûke ye. Wê siberoj bibe talûkeyeke mezintir. Çi karê kadroyên PKKyê li Axcalar, Ehmedava û Şingalê (Herêmên Silêmaniyê) heye?"
Rêvebirên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo ku PKKya rêxistina terorê ji Şengala navçeya Mûsilê derkeve, timî bangewaziyê dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe ya 3ê Tebaxê de gotibû, "PKK û hêzên girêdayî wê, ji bo Şingal û Êzidiyan tenê alozî, tevlihemî û nearamî anîne. Birînên Êzdiyan kûrtir kirine. Divê PKK û hêzên din ên Şingalê ji bajêr derkevin."
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî jî di heman rojê de daxuyaniyek da û ji hikûmeta Iraqê xwest ku PKKya rêxistina terorê ji Şengalê derxîne û helwesta Bexdayê ya di vê mijarê de rexne kir.
Barzanî gotibû, "Hikûmeta Iraqê dê heta kengê muhlet bide hêz û aliyên ku rê li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê digirin?".
- 800 gund ji ber PKKê nehatin avakirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke xwe de ku 27.02.2021ê ji kanala France 24 ya Fransa dabû, destnîşan kiribû ku ji ber PKKya rêxistina terorê 800 gund nikarin bên avakirin û tekezî li wê yekê kiribû ku ew ê tehemûla hebûna PKKê li nav axa Kurdistanê nekin.
Barzanî anî ziman ku "Mixabin PKKê ji nêta baş a rayedarên Herêma Kurdistanê sûd wergirt" û wiha pê de çû:
"Rêxistina terorê li herêmê çiya û heta cihên niştecihbûnê jî dagîr kirine û ji ber wê jî 800 gund nikarin bên avakirin. Carinan nahêlin cotkar bigihêjin erdên xwe. Pirî caran jî ji gundan tên derxistin. Ji ber vê yekê em hêvî dikin ku ev rewş mezintir nebe. Em hêvî dikin ku PKK fêhm bike ku hebûna wê ya leşkerî li vê herêmê xizmetê ji kesî re nake. Bê guman em ê vê yekê qebûl nekin."