Li Kuçukçekmeceyê avahiyek hilweşiya

Istanbul
Li Kuçukçekmeceya navçeya Stenbolê avahiyeke 3 qatî hilweşiya, kesek mir û 8 kes jî birîndar bûn ku birîndarê dawîn jî ji binê kavilan hat xelaskirin.
Li Taxa Kartaltepeyê li ser xaçerêya Kolana Şaredariyê û Kuçeya Geçitê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn avahiyeke 3 qatî ya di sala 1988an da hatiye çêkirin, hilweşiya.
Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên agirkuj, tenduristî, polês û AFADê çûn cihê bûyerê.
- Kesek bi xwe ji binê kavilan derket
Kesekî ku bi derfetên xwe ji binê kavilan derket der barê kesên di hundir da mane da agahî da ekîban.
Piştî xebatan ekîban xwe gihand 7 kesên birîndar yên ku rewşa 2 kesan giran e û ew hatin xelaskirin.
Paşê ji 2 kesên wisa dihat texmînkirin ku di binê kavilan da mane jê cesedê kesekî ji binê kavilan hat derxistin.
Ekîban birîndarê dawîn jî ji binê kavilan derxist.
Hat ragihandin ku beriya hilweşînê teqînek çênebûye.
- Nasnameya birîndaran hat tesbîtkirin
Polêsan nasnameya kesê ku miriye tesbît kir, li gor tesbîtê D.C. di bûyerê da mir.
Ji 8 birîndarên ku rakirin nexweşxaneyên bajêr rewşa S.D û dergûşa 6 mehî A.C. yê giran e.
- Daxuyaniya Walîtiyê
Li gor daxuyaniya Walitiya Stenbolê li Taxa Kartaltepeyê li ser xaçerêya Kolana Şaredariyê û Kuçeya Geçitê di dora saet 08.40î da avahiyeke 3 qatî hilweşiya, ekîbên AFAD, UMKE, agirkuj, şaredarî, tenduristî, polês, lêgerîn û xelaskirinê çûn cihê bûyerê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di bûyerê da kesek mir û 8 kes jî birîndar bûn. Di bin kavilan da kesek nemaye, ekîbên lêgerîn û xilaskirinê xebatên guhdarîkirinê ya li binê kavilan didomînin."
- Daxuyaniya Şaredariyê
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) jî daxuyand ku li derûdora avahiyê ku hilweşiya kargeh, wesayît û otobusa ÎETTyê zirar dîtine.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Xebatên lêgerîn û xelaskirinê yên ekîban dewam dikin. 3 avahiyên li derûdora avahiyê ku hilweşiyayî ji bo tevdîrê ji aliyê ekîbên şaredariya navçeyê va hatin valakirin. Biryar hat dayîn ku 5 avahiyên din ên li derûdora wê jî ji bo lêkolînê bên valakirin."
- Dîmenê hilweşînê di kameraya ewlehiyê da tê dîtin
Dema ku avahî hilweşiya dîmenê wê keliyê ji aliyê kameraya ewlehiyê va hat qeydkirin. Di dîmenan da tê dîtin ku dema wesayît û minîbusek derbas dibin avahî ber bi kuçeyê va hildiweşe.
Di vê navberê da kesên li kolanê ne direvin û derûdora ku di nava toz û xubarê da dimîne jî di dîmenan de xuya dike.
Di vîdeoyê da tê dîtin ku otobuseke ÎETTyê ya ku di rê da diçe dema avahî hildiweşe disekine. Ev otobusa xerabûyî jî di çarçoveya xebatên ekîban da ji cihê bûyerê hat derxistin.
- Serdozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin
Ji aliyê din va, Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê ragihand ku der barê avahiya ku li navçeyê hilweşiyaye da lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da wekîlê serdozger ê Komarê û 2 dozgerên Komarê hatin wezîfedarkirin.
Hat ragihandin piştî xebatên lêgerîn û xelaskirinê ekîbeke pispor a ji 3 kesan pêk tê wê dest bi lêkolînan bike da ku qisûrek heye an tune bê kifşkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.