Li Hekariyê xwendekarên çandiniyê sêv berhev kirin

Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê xwendekarên pola çandiniyê sêv berhev kirin.
Fealieyetên ji bo ku xwendekarên pola çandiniyê ya Lîseya Anadoluyê ya Teknîk a Pîşeyî ya Muharrem Malazgîrt sepanên der barê çandiniyê da di cî da bibînin, dewam dikin.
Xwendekar bi Midûrê Dibistanê Enver Yaşar û Midûrê Navçeyê yê Çandinî û Daristanê Mehmet Emîn Yîgît ra li gundê Bulgurluyê sêv berhev kirin.
Xwendekaran ji mamoste û cotkaran der barê hilberîn û berhevkirina sêvan da agahî hildan û sêvên berhev kirin li qaseyan bi cî kirin.
Fatîh Azîzogluyê xebatkarê Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê bi xwendekaran ra sêv berhev kirin û got ku agahiyên pratîk bêtir di hişê mirov da dimînin.
Azîzoglu got ku "Digel dersên ku li dibistanê dibînin perwerdeyên tetbîqî jî didin xwendekaran. Me îro der barê ziyankarên baxçe û nebatan da perwerdeyeke kurt da. Pişt ra me bi xwendekarên xwe ra sêv berhev kirin."
Ji xwendelkaran Yucel Gorez jî got ku "Em îro der barê çandiniyê da agahiyên nû hîn bûn. Me der barê baxçeya sêvan û berhevkirina sêvan da agahî hildan. Gelekî baş bû."
Cotkar Nahît Şener jî ji bo berhevkirina sêvan spasiya xwendekaran kir û got ku "Me biqasî 20 ton sêv berhev kirin. Em biqasî hewcehiya xwe sêvan hildidin. Yên mayî difroşin. Me bi saya xwendekaran berhevkirina sêvan zû qedand. Ew em hîn bûn hem jî bi kêf û coş sêv berhev kirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.