Jiyan

Li Hekariyê cendirme gulnixûnan diparêzin

Sayim Harmancı  | 08.05.2025 - Rojanekırın : 09.05.2025
Li Hekariyê cendirme gulnixûnan diparêzin

Hakkari

 Li Hekariyê cendirme gulnixûnên ku li deverên cuda hêşîn bûne, diparêzin.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Walîtiyê yê medyaya civakî, li gelek deverên bajêr gulnixûn vebûn.

Gulnixûnên ku cisnekî laleyan e, emrê wan derdora 20 rojan e û her wiha di bin parastinê da ne, heger bên çinîn, 577 hezar lîre cezayê wê yê pere yê îdarî heye.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê li herêmên ku jê berpirsiyar in, xebata parastina gulnixûnan dimeşînin.

Ekîbên cendirmeyan li cihên gulnixûn lê hêşîn bûne, nobetê digirin ku tu kes zirarê nede wan. Ekîbên cendirmeyan her wiha li ser mijarê agahiyê jî didin welatiyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın