Li Diyarbekirê miştaxeyê dest pê kir

Diyarbakir
Li Egila navçeya Diyarbekirê ji bo miştaxeyê çalakî hat lidarxistin.
Walî û Wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Alî Îhsan Su li taxa gundewariya Dereyê ya girêdayî Egila navçeya Diyarbekirê beşdarî çalakiya ji bo miştaxeyê bû.
Su di axaftina xwe ya li wê derê de anî ziman ku potansiyela Diyarbekirê her wekî ku di qadên din de jî heye, di warê çandiniyê de jî bi awayekî berbiçav zêde ye.
Walî Su destnîşan kir ku ew di sedema miştaxeyê de ne, di nava salê de ewê cotkar bi tiriyên ku bi dest dixin, berhemên cuda çêkin û got, "Cotkarên me piştî miştaxeyê hewleke mezin ji bo berhemên ku ewê bi dest bixin, didin. Doşav, bastîq û beniyên gwîzan çêdikin. Em jî piştevaniya xwe ji bo wan didomînin."
Su tekezî li wê yekê kir ku par ji 63 hezar û 35 donim erdî nêzîka 102 hezar û 199 ton trî çinîne û ew hêvî dikin îsal vê astê derbas bikin.
Walî Su bal kişand ser Egilê ku welatî 8 hezar donim erd kirine rez û wiha pê de çû:
"Par li navçeya me Egilê 3 hezar ton tirî hatiye hilanîn. Bi mebesta pêşxistina rez û rezvaniyê em komelek proje datînin. Di çarçoveya projeyan de par me 5 hezar şivên rezan li welatiyan belav kir û îsal jî em bi niyet in 20 hezar şivî belav bikin."
Pişt re Walî Su bi welatiyan re gwîzê darvekirî di nava pelûlê dakirin û kirin benî û ji bo cotkaran mewsimeke bi ber û bereket xwest.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.