Li deverên bilind ên Qers û Erdexanê berf barî

Kars
Li deverên bilind ên Qers û Erdexanê berf barî.
Li Qersê baran barî, li deverên bilind ên bajêr û navçeya Sariqamîşê jî berf barî.
Daristanên sariçamê, dar û ber bi berfê nixûmîn, li navçeyê welatiyên berfa li ser wesayîtên xwe paqij kir.
Çûkên biyanî li çol û bestên ku bi berfê nixûmîne xwarinê geriyan.
Ji welatiyan Hîkmet Bugday ji nûçegihanê AAyê ra got di meha nîsanê da jî berf barî û wiha axivî: "Dema em serê sibê şiyar bûn, me dît ku berf bariye. Di meha nîsanê da jî em bi suprîza berfê şiyar dibin. Înşallah di demeke nêz da êdî bila bihar bê."
- Erdexan
Li deverên bilind ên Erdexanê jî berf barî.
Ji ber berfê li ser rêya Bihûreka Çiyayê Ilgarê ya ku 2 hezar û 550 mêtro bilind e şofêr bi zehmetî çûn û hatin.
Li herêmê mij û dûman jî heye, ji şofêran hat xwestin ku ew baldar û hişyar bin.