Jiyan

Li Cizîrê navê Sirri Sureyya Onder dane kolanekê

Abidin Yel  | 19.09.2025 - Rojanekırın : 21.09.2025
Li Cizîrê navê Sirri Sureyya Onder dane kolanekê Cizre Belediyesi

Şırnak

 Li Cizîra navçeya Şirnexê bi biryara meclisa şaredariyê, navê Alîkarê Serokê TBMMê û Parlementerê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder dane kolanekê.

Di civîna encumena Şaredariya Cizîrê ya meha Îlonê de, pêşniyar hat kirin ku navê Onder li kolaneke navçeyê were kirin.

Piştî ku pêşniyar ji aliyê endamên meclisa şaredariyê va hat qebûlkirin, navê Kolana Îdîlê ya di navbera taxên Cûdî û Nûrê da, bû "Kolana Sirri Sureyya Onder".

Di bernameya ku li kolanê hat li darxistin da, ekîbên şaredariyê tabelayeke nû li kolanê xistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.