Li Çankiriyê di cotmehê da dara sêvê kulîlk da

Çankırı
Li Çankiriyê di cotmehê da dara sêvê kulîlk da, kesên ku kulîlk dîtin metel man.
Li Taxa Cumhuriyetê ya ser navçeya Şabanozu dara sêvê ya li baxçeyê Osman Bastak hê ku sêv pê va bûn kulîlk vekirin.
Darên sêvan ku di mehên biharê da kulîlk didin, di demsala payizê da kulîlk dan. Bastak wextê çû nava darên sêvan ên li baxçeyê xwe dît ku dara sêvê ku hêj sêv li ser in ji nûva kulîlk vekirine. Bastak li hemberî vê metel ma.
Bastak got ku cara ewil e tiştekî wiha dibînim û wiha axivî, "Meteorolojiyê hişyariya cemedê da, li ser vê ez jî hatin nav baxçe û min dest bi berhevkirina sebze û fêkiyên li nav baxçe kir. Di wê navê da min ferq kir ku dara sêva kulîlk dane û ez metel mam."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.