
Diyarbakir
Li devera gundewar a Baglara navçeya Diyarbekirê kêliya ku berxik berdan ber makên wan, hat kişandin.
Ji ber ku mih her sal di meha sibatê da dizên, di gom û kozikan da mesaiya rêncberan zêde dibe.
Rêncber ji bo ku berxikan fêrî gîha û alif bikin, wan ji ber makên wan digirin û dixin kozan, makên wan jî berdidin çêre.
Ji bo ku berxik makên xwe bimijin jî rêncber rojê du danan berxan berdidin ber makên wan.
Dema ku rênber devê koza berxan vedikin, berxik bi bêhna û deng va maka xwe nas dikin û dibînin.
Rifat Yavuzerê ku li Taxa Qamişpinarê rêncberiyê dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew ji piçûktiya xwe vir va bi heywandariyê ra mijûl dibe û ew debara xwe bi heywandariyê dikin.
Yavuzer diyar kir, ew her sal di meha nîsan û gulanê da dertên zozanên herêma Qerecdaxê û heta meha berfanbarê paşê ji zozanan dadgêrin.