Ji Serokomar Erdogan trafîka dîplomasiyê
Serokomar Recep Tayyip Erdogan peywendiyên têlefonî digel Mihemed bin Selmanê Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî, Şêx Meşal el-Ehmed el-Cabir es-Sebahê Mîrê Qeterê û Ursula von der Leyena Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) pêk anîn.
Istanbul
Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Ursula von der Leyena Seroka Komîsyona YEyê ra axivî. Di peywendiyê da êrîşên dijî Îranê û pêvajoya pevçûnên li dû wê hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye bangî hemû aliyan dike ku li dîplomasî û zemîna mizakereyan vegerin û her wiha ew amade ne ku her cure piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.
- Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Selmanê Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî ra axivî
Serokomar Recep Tayyip Erdogan peywendiyên têlefonî digel Mihemed bin Selmanê Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî, Şêx Meşal el-Ehmed el-Cabir es-Sebahê Mîrê Qeterê û Ursula von der Leyena Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) pêk anîn.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke têlefonî digel Mihemed bin Selmanê Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî pêk anî.
Li gorî parvekirina li ser hesabê Serokatiya Ragihandina Serokomariyê ya medyaya civakî, Serokomar Erdogan di peywendiya xwe ya digel Mihemed bin Selmanê Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî da ji ber êrîşên dijî Erebistana Siûdî hêviya silametiyê xwest û rewşa dawîn nirxand.
Serokomar Erdogan axaftina xwe da diyar kir ku heger midaxeleya pêwîst neyê kirin, ew bi fikar e ku pêvajoya pevçûnan ji hêla ewlehiya herêmî û kurewî bibe sedema encamên pir cidî.
Erdogan bal kişand, Tirkiye û Erebistana Siûdî kedeke mezin didin da ku nakokî bi rêya diyalogê bên çareserkirin û her wiha rêbaza herî aqilane ew e ku ji dîplomasiyê ra şans bê nîşandan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
