Hunermend Ferdî Tayfur hat definkirin

Istanbul
Stranbêj, bestekar, hunermend û lîstikvanê sînemayê Ferdî Tayfurê ku di 2yê rêbendanê da li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, hat definkirin.
Di merasima cenazeyê ya ku piştî nimêja esrê li Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşa hat lidarxistin da zarokên Ferdî Tayfur sersaxî qebûl kirin.
Gelek heyraniyên Tayfur beşdarî merasimê bûn û ji alema çand û hunerê jî gelek kes beşdarî merasimê bûn.
Di nav kesên ku beşdarî merasimê bûn da Wezîrê Çandinî û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Waliyê Stenbolê Davut Gul, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, hunermend Ahmet Selçuk Îlkan, Umît Besen, Yavuz Bingol û Mahsun Kirmizigul jî hebûn.
Tabûta hunermendê navdar a bi alaya Tirkiyeyê pêçayî piştî nimûjê li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.