
Istanbul
Hat ragihandin, Elon Muskê karsazê milyarder ê Amerîkayî û şêwirmendê qidemdar ê Serok Donald Trump ji bo cara 14em bû bav.
Shivon Zilisa rêvebera Neuralinka fîrmaya noroteknolojiyê ya Amerîkan a ku Musk avakarê wê ye, di parvekirina xwe ya li ser Xê da ragihand ku zarokekî Musk ê din jî hat dinyayê.
Zilisê di parvekirina xwe da wiha got, "Me bi Elon ra xeberda û em fikirîn ku di rojbûna Arcadiaya bedew da parvekirina xebera kurê me Seldon Lycurgus dê baştir be."
Nayê zanîn ku dergûş kîngê jidayik bûye, lê Musk parvekirina Zilisê bi emojiya dil pesend kir.
Bi vî awayî hejmara zarokên karsazê 53 salî derket 14an.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.