Di Roja Bavan da ewê di nobeta ewladan da bin

Diyarbakir
Bavên ku bi hêviya gihiştina zarokên xwe çalakiya xwe ya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Serokatiya HDPyê ya Diyarbekirê ya berê didomînin weke diyariya "Roja Bavan" ewladên xwe dixwazin.
Malbatên ku dixwazin ewladên xwe ji nava lepê terorê derxin û rizgar bikin, di 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û nobeta wan di roja 1748an da dewam dike.
Malbatên din ên ku bi wêneyên zarokên xwe protesto dikin, bi hêvî nobeta zarokan a li ber avahiya kevin a Serokatiya Wîlayetê ya HDPyê digirin.
Recep Uçdagê ji bo kurê xwe Ramazanê ku beriya 9 salan revandine serê çiyê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew heta bigihêje ewladê xwe ewê çalakiya xwe bidomîne.
Uçdag anî ziman ku ji sala 2015an pê va tu agahî j kurê xwe hilnedaye û hesreta wî dikişîne, xemgîniya xwe ji ber wê yekê anî ziman ku di Roja Bavan da ji ewladê xwe dûr e.
Uçdag destnîşan kir ku tekane armanca wan ew e ku bigihêjin ewladên xwe û got, "Ji dema ku kurê wî çûye vir va, Roja Bavan li wî bûye jehr. Di dilê min da bêrîkirin, hesret heye."
Nîhat Aydinê ku ji bo Mehmetê kurê xwe çalakiya rûniştinê dike jî got ku rojeke din a bavan jî bê ewlad derbas dibe û ew xemgîn e.
Aydin diyar kir, ew hêvî dike ev bibe Roja Bavan a dawîn ku ji ewladê xwe cuda derbas dike û wiha dewam kir, "Em li hêviyê ne ku ewladên me vegerin. Bila kurê min were min hembêz bike û bêje: 'Bavo min diyariyek ji te ra anî'.
Aydin Dagtekînê ji bo kurê xwe Sedat Dagtekînê ku tu xeberê jê hilnade got ku ew hêvîdar in ev Roja Bavan a dawîn be ku dûrî ewladên xwe ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.