XEZE
Hat ragihandin ku Îsraîlê Deriyê Sînor ê Kerm Ebû Salim vekir.
Îsraîlê ji ber ku do li Nîvgirava Sînayê ya Misrê êrîş çêbû, deriyê sînor girt.
Midûrê Deriyê Sînor ê Kerm Ebû Salimê Munir el-Galban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Îsraîlê bi hinceta ewlehiyê deriyê sînor do girtibû, lê îro vekir. Qederê 600 qamyonên ku alîkarî, melzemeyên ticarî û mazot dibirin Xezeyê ji deriyê sînor ra derbas bûn."
Do ber destê sibehê li Nîvgirava Sînayê di heman demê da êrîş li dijî ciyê leşkerî hatibû kirin û di êrîşê da 17 leşker miribûn, 13 leşker jî birîndar bûbûn. Rêxistina bi navê Wilayeta Sînayê ya ku bîatî DAEŞê kiriye êrîş hilda ser xwe.