Yakoota Al Ahmad,Mahmut Geldi
21 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2024
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê 11 êrîşên hewayî birin ser Beyrûta paytextê Libnanê.
Di nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNAyê de hat gotin ku hejmara êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Îsraîlê yên ku ji danê êvarê pêva birin ser paytext Beyrûtê derket 11yan.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li başûrê Beyrûtê şaxên saziya Karz-î Hesen a Hizbullahê (hevkariya bê faîz) hatin hedefgirtin û yek ji wan êrîşên hewayî yên Îsraîlê li Şaxa Karz-î Hesen a li nêzî Balafirgeha Refîk Herîrî ya Navneteweyî hat kirin.
Hat destnîşankirin ku balafirên şer ên Îsraîlê her wiha şaxên saziya Karz-î Hesen ên li bajarê Nebatiyeyê ya li başûr û herêma Bekayê ya li rojhilat jî kirin hedef.
Hat gotin li bajarê Sûrê ya li başûr jî ji ber êrîşa Îsraîlê ya li dijî ambulansekê hin xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avîchay Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kiribû ku bi hinceta ku piştgiriya fînansê didin xebatên Hizbullahê yên li dijî Îsraîlê artêş wê şaxên saziya Karz-i Hesen bike hedef.