CENEWRE
Hat ragihandin ku ji bo beşdariya Konferansa Cenewr-2yê ya ku mijara wê Sûriye ye ji Îranê re vexwendname nehat şandin.
Berdevka Ofîsa Cenewreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Corînne Momal Vanîan di civîna ku li Ofîsa Cenewreyê ya li NYyê hat lidarxistin de, derbarê amadehiyên Konferansa Cenewr-2yê ya ku mijara wê Sûriye ye de, agahî dan rojnamevanan.
Vanîan bi bîr xist ku Sekreterê Giştî yê NYyê vexwendnameyên konferansê şandin û got ku lê hê jî li benda teyîtkirina hin beşdaran e.
Vanîan li ser pirsa derbarê beşdariya muxalifên sûriyeyî ya konferansê de got ku "Me li ser navê muxalîfên Sûriyeyê ji Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîfên Sûriyeyê (KMŞS) Ahmed el- Cabra re vexwendname şand."
Vanîan got ku lê belê muxalîfan hê jî tu bersiv nedan me.