Serokomarê berê yê Îranê û Serokê Konseya Teşxîsa Berjewendiya Pergalê Elî Ekber Rafsancanî piştgirî da operasyona Tirkiyeyê ya li dijî DAEŞê.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê di rûniştina konseyê de Rafsancanî axivî û wiha got, "Destpêkirina şerê li hemberê DAEŞê yê Tirkiyeyê û ji bo bombardimana cepheyên DAEŞê ya ji aliyê Amerîkayê ve vekirina baregeha hewayê ya Încîrlîkê dibe ku di warê jiholêrakirina vê koma terorîst de bibe hêviyekî."
Rafsancanî got ku bombardimana Tirkiyeyê ya li dijî hedefên PKKyê yên li Bakûrê Iraqê jî dê di guhertina herêmê de xwedî bandor be.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Îranê Merziye Îfhamê jî der heqê operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî DAEŞ û PKKyê de wiha gotibû: "Ji bo têkoşîneke xurt a li hemberê terorê hewce ye ku dewlet bi awayekî pirralî hevkariya hevdu bikin. Lêbelê ev divê di çarçoveya rêzgirtina deshelatiya neteweyî ya welatan û rêgezên sereke yên hiqûqa navneteweyî de pêk were."