Abdullah Tel
08 Sibat 2019•Rojanekirin: 09 Sibat 2019
TEHRAN
Hat ragihandin ku Artêşa Mihefizên Şoreşa Îranê (AMŞ) bi navê Dezfûl, moşeka balîstîk a ji bejayê tê avêtin û menzîla wê hezar kîlomêtre ye, çêkir.
Li gor nûçeyên di çapemeniya dewleta Îranê da cih girt Mihafizên Şoreşê moşekeke ji bejayê tê avêtin û menzîla wê jî hezar kîlomêtre ye û dîsa li bejayê dikeve, çêkirin.
Fermandarê Giştî yê Mihafizên Şoreşê Mihemed Elî Caferî beşdar nasandina merasima moşeka ku di febrîqeyeke Îranê ya di bin erdê da hat çêkirin bû û got: "Nasandina vê febrîqeya di bin erdê da ku tê da moşek tên çêkirin ji bo qareqara Rojavayiyan bersivek e. Ew jî dibêjin qey bi muemele û qedexeyan wê bikaribin rê li me bigirin. Kapasîteya parastina Îranê bi tu awayî nabe mijara nîqaşê."
Hat gotin ku menzîla moşeka Zulfîkarê 700 kîlomêtre ye û ya menzîla Dezfûlê jî hezar kîlomêtre ye.
Menzîla moşeka Dezfûlê ji menzîla Zûlfîkarê 300 kîlometre zêdetir e û qeweta rûxandina wê jî du qat e.