WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê (DYA) Marîe Harf destnîşan kir ku pêwîstiya kurdên li hemberî endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) têdikoşin bi çekan heye û wiha got: "Hikûmeta Iraqê çekên ku di stoka wê de bûn belav kir, em jî bi hemû aliyan re bi awayekî kordîne wekî wan ji bo çekên ku di stokên me de belav bikin dixebitin."
Di civîna çapemeniyê ya rojane de ji Harfê nûçeyên der barê alîkariya çekan ku dibêjin DYA dide Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hat pirsîn.
Harfê got: "DÎŞIyê hin çekên giran bi dest xistin. Ji kurdan re jî çek lazim in. Em jî van çekan didin û ji bo temînkirina wan jî dixebitin."
Di axaftina xwe de Berdevka Wezareta Karên Derve yê DYAyê bal kişand ser hevkariya di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û pêşmergeyan û wiha pê de çû: "Di navbera her du hêlan de şirîkatiyeke ku heta niha tu kesî ji me nedîtibû heye. Ji ber vê jî li vê derê bi rastî jî xebateke bi hev du re heye. Em hemû jî ji bo vê alîkariyê didin. Ji bo ku daxwazên kurdan bi awayekî lez û bez bên çareserkirin em dixebitin û rêbazên nû vedikolin."
Ji HKIyê re çekên giran lazim in û Harfê jî qala vê yekê kir û wiha pê de çû: "Em ji bo ku çekan zû teslîmî HKIyê bikin bi hikûmeta Iraqê re dixebitin. Hikûmeta Iraqê çekên ku di stoka wê de bûn belav kir, em jî bi hemû aliyan re bi awayekî kordîne wekî wan ji bo çekên ku di stokên me de belav bikin dixebitin."
Di nav rojnamegeran de kesekî pirsî 'Gelo we ji hikûmeta Bexdayê destûr xwest ku ji bo hûn bikaribin alîkariya çekan bidin pêşmergeyan?' Harfê jî got: "Di hemû xebatên xwe de em û hikûmeta Iraqê bi awayekî kordîne dixebitin."
-"Em dixwazin alîkariya hêzên kurdan bikin"-
Di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de ji Dîrektorê Operasyonên Pentagonê Korgeneral Wîllîam Mayvîlle hat pirsîn: "Nûçeyên ku dibêjin hikûmeta DYAyê rasterast alîkariya çekan dide kurdan hene. Gelo Pentagon di nav vê meseleyê de cih digire yan na? Mayvîlle jî bal kişand ser alîkariya ku Hikûmeta Iraqê di qada çekan de dide pêşmergeyan û wiha pê de çû: "Li ser planên ku em ê zêdetir çawa ji kurdan re alîkariyê, bikin dixebitin. Niha pêwîstiya pêşmergeyan bi çek û çebilxaneyê heye û ji ber vê jî em dixwazin alîkariya wan bikin."
Di çapemeniya DYAyê da nûçeyên ku digotin rêveberiya Obama ji bo têkoşîna li dijî DÎŞIyê rasterast alîkariya çekan dide HKIyê cih girtin.
Di xebera ajansa nûçeyan a Amerîkayê ya APyê de hat gotin ku niha bi tenê cebilxane û çekên biçûk tên şandin û ev jî ne bi awayekî fermî bi alîkariya saziyên sîxûriyê ve bi dizî tên şandin.