Abdullah Tel
20 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2018
KERKÛK
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşet Salihî got: "Teqînên li Kerkûkê hema bêje hemû li taxên Tirkmen lê dijîn pêk tên û ev jî nîşan dide ku Tirkmenan ji xwe ra kirine hedef."
Salihî destnîşan kir ku bi êrîşan va rê li ber hemû çalakiyên demokratîk ên Tirkmenan tê girtin û wiha dewam kir: "Tirkmenan ji ber ku jimartina rayan a bi destan ji nişka va hat sekinandin wê protesto bikirina û ji bo vê amadehî dikirin, wan jî xwes ku rê li ber vê yekê bigirin. Dixwazin wê îradeya Tirkmenan a ku ji bo deq û dolabên di hilbijartinê da hatine kirin derxe meydanê serobin bikin."
Di axaftina xwe da Salihî got ku piştî hêzên hikûmetê li Kerkûkê kontrol hildan dest piçek aramî li bajêr bi cih bû û wiha pê da çû: "Ew kesên naxwazin balafirgeha li Kerkûkê hatiye avakirin bê vekirin ji bo halê Kerkûkê xerab nîşan bidin hewl didin."
- "Îran dixwaze YNKyê dîsa li Kerkûkê serdest bike"
Salihî ragihand ku li ser Iraqê û deverên Tirkmen lê dijîn dek û dolabên cidî yên navneteweyî tên sepandin û wiha got:"Di 15 salên dawîn da ew lîstikên li ser Iraqê êdî gihîşt merheleya navneteweyî. Wek partiya siyaî û teşkîlat em jî êdî ji heqê wan dek û dolabên ku li ser herêmên Tirkmen lê dijîn tên sepandin, nayên der. Tirkmenên ku di serî da hikûmet ji tu aliyî piştevaniyê hilnade nikare ji der heqê van lîstikan bê der û hatiye vê merheleyê."
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Salihî îdia kir ku Îran bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ra şirîkatiyê dike û dixwaze ew ji nû va li Kerkûkê serdest bin û wiha pê da çû: "Îran awayekî cidî xwe nêzî YNKyê dike û Amerîka jî ji bo ku bi YNKyê ra li herêmê navenda operasyonên hevpar ava bike hewl dide û ev yek me dike nav fikarê û gelek pirsan tîne bîra mirov."
- "Lazime Tirkiye mudaxale bike"
Salihî destnîşan kir ku li Iraqê plan û polîtîkayên Trikmenan ji xwe ra dikin hedef bi qestî tên sepandin û wiha dewam kir: "Tirkiyeya ku ket bin pergala rêveberiyeke nû divê êdî li ser pirsgirêkên cidî yên ku Tirkmenên Iraqê li hember rubiru mane bisekine û mudaxeleyî vê bike."
Mezinê eşîra Hadîdî ya li Kerkûkê Îsmaîl Hadîdî jî got ku êrîşên li Kerkûkê diqewimin dijî Tirkmenan tên kirin û wiha pê da çû: "Ew kesên van êrîşan lidardixin, rêxistinên terorê yên amator ku dixwazin nîşan bidin ku li Kerkûkê îstiqrar tuneye û ji bo vê hewl didin."
Hadîdî ragihand ku ew kesên dixwazin li bajêr bibin sedema aloziyê di heman demê da dibêjin bila çalakiyên li başûrê welêt dest pê kiribûn li Kerkûkê jî biqewimin.
Di êrîşên bombeyî yên ku duh li Kerkûkê qewimîn da 10 kes birîndar bûbûn.