ERBÎL
Hat ragîhandin ku di teqîna li bajarê Mûsûlê de 2 pêşmerge mirin.
Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan ya Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê ya Federal Helgûrt Hîkmet Mela Elî dest nîşan kir ku li navçeya Telkefa girêdayî Misûlê bombeyên li ser rê hatibûn bicihkirin, teqîyan û di encama teqînê de 2 pêşmerge mirin û kesek jî birîndar bû. Helgûrt Hîkmet Mela Elî bi bîr xist ku peşmergeyan li derdorê Misûlê ji bo ewlehîyê, alîkarî didan hêzên navendî.