Hat ragihandin ku li hin herêmên bajarê Qudsê di navbera çalakvanên ku îxlalên dijî Mescîda Eqsayê protesto dikin û leşkerên Îsraîlê de ragêşî derketin. Di ragêşiyan de 9 filistînî birîndar bûn, 4 filistînî jî di tesîra gazê de man.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku do berêvarê li Ram, Anata, Ebû Dîs û Ayzeriyeya herêmên Bajarê Kewn ê Qudsê û qampa penaberan a Kalendiyayê di navbera çalakvanên ku îxlalên dijî Mescîda Eqsayê protesto dikin û leşkerên Îsraîlê de ragêşî derketin.
Rayedarên nexweşxaneya li Qudsê destnîşan kirin ku li qampa penaberan a Kalendiyeyê yekê wan ji serê xwe bi tevahî 9 filistînî birîndar ketin. Li Rama herêma Qudsê, li Bajarê Kewn jî 3 kes di tesîra gazê da man..
Wek mayîn di xebera radyoya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku li hin herêmên Qudsê bi kevir û kwiçikan êrîşî polêsan kirin. Di xeberê de hat destnîşankirin ku li bakurê Şerîeya Rojavayê ciwanên filistînî wesayîta leşkerên Îsraîlê kevir kirin, di êrîşê de leşkerekê Îsraîlê birîndar ket, leşkerê birîndar li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Piştî ku leşkerên Îsraîlê di ser mescîda Eqsayê de girtin li hin herêmên Qudsê di navbera çalakvanên filistînî û polêsan de regêşî derdikeve.
Ji bo tetîla "Roş Aşana"ya ku cihu wek destpêka salê qebûl dikin 50 cihu bi Wezîrê Çandiniyê Urî Arîel re roja yekşemê ketibûn mescîda Eqsayê. Filistîniyan bertek nîşan dabûn vê bûyerê û xwestibûn ku têkevin hûndirê Mescîda Eqsayê. Li ser vê leşkerên îsraîlî bi bombeya deng, gaza rondikrêj û fîşengên pilastîk ve midaxeleyî çalakvanan kiribûn. Di dema midaxeleyê de gelek kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hene birîndar ketibûn.
Ragêşî ji roja yekşemê vir de dewam dike, do jî leşkerên Îsraîlê bi postalê xwe ve ketibûn Mescîda Eqsayê hetanî ber mînbera ku dora wê camkirî ye hatibûn û derketibûn ser mescîdê.