HELEB
Hat ragihandin ku milîtanên YPGya girêdayî PYDya şaxa Rêxistina PKKyê ya Sûriyeyê li Sirrîna bajaroka Mûnbîca navçeya Helebê bi zorê bi hezaran kesî dide koçkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên Sirînê sitand, milîtanên YPGya şaxa çekdar a PYDyê û yekîneyên Burqan el-Firatê li Sirîna ku kontrola wê ji destê DAEŞ girtin bi hezaran sivîlan bi zorê didin koçkirin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku kesên ku koç dikin ber bi nav welêt diçin û wiha gotin: "Terorîstên ji YPGyê gel wek pêz li kamyonan kirin û ji bajarokê şandin cihên cuda. Welatiyan ji xêncî cil û bergên xwe tu tiştek hilnedan. YPGyê li Sirînê mafên mirovan binpê kir û welatî bi zorê da koçkirin."
Çavkaniyan diyar kirin ku milîtanên YPGyê kesên ku malên xwe terk nakin jî bi îdiaya "endambûna rêxistina DAEŞê binçav dikin, bi hezaran kes ji ber zexta YPGyê koçî cihên din kirin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku welatiyên li Rinyana gundê şaredariya Sulukê ya ku li bakurê Reqayê ye jî bi zorê didin koçkirin, YPGyê El-Tuweyhneya gundê Til Ebyadê dorpêç kir û hin kesên sivîl derdest kir û avête hepsê.
Hêzên YPGyê berê jî li Hemam Tirkmenê bajaroka Reqayê piraneya wan tirkmen gelek welatî dabûn koçkirin, kesên ku malên xwe terk nekiribûn ra jî gotibûn ku heke malên xwe terk nekin ew ê wan wek hedef nîşanî hêzên koalisyonê bidin.
Di meha hezîranê da PYDyê û hêzên Burqan el-Firatê kontrola Til Ebyadê ji destê DAEŞê girtibûn. Operasyon bi alîkariya ji hewayê ya hêzên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê da hatibû kirin û paşê ereb û tirkmenan mecbûr koç kiribûn û xwe sipartibûn Eqçeqeleya navçeya Şanliûrfayê. Piştî ku bûyer sekinîbûn welatiyan xwestibû ku vegerin malên xwe lêbelê YPGyê destûr nedabû ku derbas bin.