Tufan Aktaş
07 Îlon 2023•Rojanekirin: 08 Îlon 2023
G20 a ku mezintirîn 20 aboriyên cîhanê pêk tîne, dê Yekîtiya Afrîkayê weke "endamê daimî" qebûl bike.
Li gorî nûçeya Bloombergê li lûtkeya ku biryar e vê hefteyê li Hindistanê bê lidarxistin, dê Yekîtiya Afrîkayê bi statuyeke mîna ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji G20ê ra weke "endamê daimî" bê qebûlkirin.
Yekîtiya Afrîkayê ya ku bi salan e hewl dide beşdarî komê bibe, dê bi awayekî hevbeş nûnertiya 54 welatên li ser wê parzemînê bike.
Parzemîna ku xwediyê 1,2 milyar nifûs e, dema beşdarî komê bû tê çaverêkirin pirsgirêkên welatên ku ber bi geşedanê va diçin bi hûrgilî werin gotûbêjkirin û rêbazên wê yên ji bo çareseriyên hevbeş ên kûrewî, bên nîqaşkirin.
Koma G20ê (the Group of Twenty), ya ku sala 1999an hat avakirin û ji YE û 19 welatên din pêk tê, ji sala 2003yan ve di asta serokan de dicive.
Welatên G20ê ji sedî 85ê hasileya navwelêt a nesafî ya kûrewî, ji sedî 75ê bazirganiya navneteweyî û sêyeka nifûsê cîhanê pêk tîne.