QAHÎRE
Nûnera Bilind a Polîtikayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Catherîne Ashton duh li Qahîreyê bi Arîkarê Serokomarê Misrê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Muhemed el-Baradaî re civîneke hevpar ya çapemeniyê li dar xist. Di civînê de xeletiyên wergerê bal kişandin.
Wergêrê ku axaftina Ashton werdigerande erebî, hêj di hevoka ku Ashton qala hevdîtina xwe ya bi Mursî re dikir de, xeletiya ewil kir.
Ashton got ku min şeva din bi Mursî re civîneke bi qasî du saetan dom kir, li dar xist. Ji ber ku ew bixwe li vir nîne û dê mafê bersivdanê çêbibe, ez tiştên ku wî gotin ji we re nabêjim. Lê wergêr ev gotin bi vî awayî wergerandin: "Min bi serokomarê berê re hevdîtin pêk anî. Ji ber ku dê li dijî peywira min be, ez gotinên wî ji we re parve nakim."
Wergêr dema ku Ashton behsa nexşerêya ku dê di heyama berwext de bê şopandin dikir, xeletiya xwe ya din kir. Nûnera Bilind a YEyê Ashtonê got ku pêvajoyeke ku hemî aliyên siyasî bike yek, dê ser bikeve. Lê wergêr ev hevok jî xelet wergerand û wekî ku Wezîrê Parastinê Abdulfetah es-Sîsî di wextê derbeyê de diyar kiribû, wiha got: "Nexşerêya ku hemû aliyan dihewîne dê ser bikeve."
Di civînê de rojnamevanekî pirsî ku gelo dê Mursî bibe parçeyek vê pêvajoya siyasî an na? Baradaî beriya Ashtonê bersiv da û vê yekê jî gelek bal kişand. Baradaî di bersiva xwe de got ku na, Mursî bi ser neket lê belê birayên Misilman dikarin bibin parçeyekî vê pêvajoyê.
Ashtonê piştî vê bersivê got ku divê ez bigihêjime balafirê û ji civînê derket. Hin çavkaniyan ev yek weke bertekdayîna li dijî helwesta Baradaî şîrove kirin.