İbrahim Atmaca
09 Hezîran 2019•Rojanekirin: 10 Hezîran 2019
Bi pesendkirina Elî Xamaneyê pêşengê Îranê va ji 619 mehkûman seba hinekan efû hat derxistin, qismekî wan jî cezayê wan kêm kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa Xamaney hat dayîn, li ser pêşniyaza Serokê Erka Darazê Îbrahîm Reîs û pesendkirina Xamaney va cezayê 619 mehkûman hat kêmkirin û jê hinek jî hatin efûkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo Eyda Remezanê seba hin mehkûmên ku Mehkemeyên Şoreşê, Saziyên Cezayê Dewletê û Saziyên Darizandinê yên Hêzên Çekdar ceza dane wan efû hat derxistin, cezayê hinekan jî hat kêmkirin, lê li ser hejmara kesên hatin efûkirin û cezayê wan hat kêmkirin, agahî nehat dayîn.
Li gor destûra bingehîn a Îranê rayeya Xamaney heye ku mehkûman efû bike. Xamaney her sal li ser Erka Darazê ya Îranê di salvegera şoreşê, eyd û rojên dînî da seba mehkûman efûyê derdixe.