Hamdi Yıldız
19 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2023
Serokatiya Karên Haremeynê wekî her sal xêliya Ke'beyê ya berê hilda û ya nû avêt ser.
Li gor SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, ekîba ku Serokê Giştî yê Karên Haremeynê û Melayê Ke'beyê Sudeysî serokatiya wê dikir, xêliya Ke'beyê guherand.
Xêliya Ke'beyê ji bi tevahî ji 45 parçeyan pêk tê, wisa tê dirûtin û giraniya xêliyê 850 kîlo ye û ji hevrîşimê saf e. Li ser qumaşê hevrîşim ji 120 kîlo zêr û 100 kîlo zîv motîf û xet tên neqişandin.
Wekî kevneşop xêliya Ke'beyê her sal di 1ê Muharrema ku roja ewil a sala Hicrî ye da bi coş tê guherandin.
Xêliya Ke'beyê li Kompleksa Xêliya Ke'beya Muşerrefe ya Qral Ebdulezîz a li Mekkeyê bi destê 200 pisporan tê dirûn û amadekirin.