Ethem Emre Özcan
16 Nîsan 2026•Rojanekirin: 16 Nîsan 2026
Wezîrê Karên Derva Marco Rubio anî ziman ku di peywendiya telefonê ya digel Serokomarê Libnanê Joseph Ewn da got ku hewlên ji bo agirbesta li Libnanê berdewam in.
Li gorî daxuyaniya Serokomariya Libnanê Ewn û Rubio peywendiyeke telefonê pêk anîn.
Di peywendiyê da Ewn ji bo hewlên DYAyê di warê agirbesta li Libnanê û piştevaniya wê ya di her warî da, kêfxweşiya xwe anî ziman.
Wezîrê Karên Derva Rubio jî destnîşan kir ku hewlên wan ên ji bo agirbestê didomin û anî ziman ku ev tişt ji bo tesîskirina ewlekarî û îstiqrarê dê zemînê amade bike.
Rubio her wiha tekezî kir ku piştevaniya helwesta Serokomar Ewn dike û ji bo vê yekê jî pîrozbahiyê li wî dike.