Faruk Hanedar
16 Nîsan 2026•Rojanekirin: 16 Nîsan 2026
Wezîra Înovasyon, Zanist û Teknolojiyê yê Îsraîlê Gila Gamlielê diyar kir ku Serokwezîr Binyamîn Netanyahu û Serokomarê Libnanê Joseph Ewn wê hevdîtinekê bikin.
Gamlielê ji radyoya artêşa Îsraîlê ra xeberda û hevdîtina muhtemel a navbera Netanyahu û Ewn piştrast kir.
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku pêşengên Îsraîl û Libnanê wê nêzî 34 salan şûnda hevdîtinê bikin, Wezîra Îsraîlî diyar kir ku Netanyahu wê îro bi Ewn ra hevdîtinê bike.
Çavkaniyên Libnanî daxuyand li ser axaftina telefonê ya tê gotin wê di navbera Ewn û Netanyahu da çêbe agahiya wan tuneye
Du çavkaniyên payebilind ên Libnanî yên nexwestin ku navê xwe eşkere bikin, diyar kirin ji bo axaftina telefonê ya tê plankirin ku di navbera Serokomarê Libnanê Joseph Ewn û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu da çêbibe, hê tu agahiya wan tuneye.
Herdu çavkaniyên payebilind ên Libnanî yên ku ji AAyê ra axivîn daxuyandin ku li ser axaftina telefonê ya ku tê gotin wê di navbera Ewn û Netanyahu da çêbibe heta niha tu agahiya wan tuneye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku serokên Îsraîl û Libnanê wê bi qasî 34 salan şûnda biaxivin.