Dmitri Chirciu
08 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2024
Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê: Beşar Esed biryar da ku dev ji wezîfeyê berde û welêt terikand
Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê daxuyand ku serokê têkçûyî yê rejima Baasê Beşar Esed biryar da ku dev ji wezîfeyê berde û welêt terikand.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê hatin nirxandin.
Hat gotin rewşa li Sûriyeyê "dramatîk û bi fikar e" û hat îdiakirin ku di navbera Esed û hêzên beşdarî şerê çekdarî bûne da mizakere hat kirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di encama mizakereyan da Esed ferman da ku desthilatî bi rêya aştiyê bê veguhastin, biryar da ku dev ji wezîfeyê berde û welêt terikand. Rûsya beşdarî van mizakereyan nebû."
Hat ragihandin ku Rûsya bi hemû hêzên mixalif ên li Sûriyeyê ra di nav têkiliyê da ye û wiha hat gotin:
"Li gel vê, em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin ku dev ji tundiyê berdin û hemû pirsgirêkan bi rêya siyasî çareser bikin. Di vê çarçoveyê da Rûsya bi hemû hêzên mixalif ên li Sûriyeyê ra di têkiliyê da ye. Daxwaza rêzgirtinê ya li hemberî hemû hêzên nijadî û olî yên li Sûriyê dike. Em piştgiriyê didin hewldanên ji bo avakirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh ya di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da ya ku hejmara wê 2254 e û bi yekdengî hatiye qebûlkirin."
Hat destnîşankirin ku baregehên eskerî yên Rûsyayê yên li Sûriyeyê amade ne û hat diyarkirin ku li dijî van baregehan gefxwarineke cidî tune.
Her wiha hat gotin ku hemû tevdîrên pêwîst ên ji bo parastina welatiyên Ûris ên li Sûriyê jî hatine dîtin.