Nihat Kavşut
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
SEUL
Li Koreya Başûr Lee Jae-yongê Alîkarê Serokê Samsungê û welîehdê şirketê 5 sal cezayê hepsê xwar.
Di doza skandala siyasî û gendeliyê da ku bûbû sedem rayeyên Park Geun-hyeyê Serokê Dewleta Koreya Başûr yê berê ji dest bê hildan, dadgehê bi hinceta Lee bertîl teklifî serokê dewletê yê berê kiriye û her wiha ji ber hin sûcên din 5 sal cezayê hepsê da Lee.
Li gor biryarê tê destnîşankirin Lee fonên Samsungê hildane ser xwe, veşartiye û şahidiya derewîn kiriye.
Samsungê hê der barê biryara dadgehê da daxuyaniyeke fermî nedaye.
Wek mayîn hat diyarkirin Park û Choi Soon-silê hevalê wî ji ber hin sûcên din jî Bê darizandin.
Leeyê bi hinceta bê girtin şandibûn dadgehê bi mebesta 38 milyon dolar daye weqfên bi Choi Soon-sil ra têkildar in ku hevalê Park Geun-hyeyê Serokê Dewleta Koreya Başûr yê berê ye di 17ê sibatê da hatibû girtin.
Piştî ku Lee Kun-heeyê Serokê Samsungê di sala 2014an da qeyrana dil derbas kiribû kurê wî ketibû lijneya rêvebiriya şirketê.