SARAYBOSN
Li Ewropayê digel Komkujiya Srebrenîtsayê ya ku li dû Şerê Cihanê yê Duyemîn wekî mezintirîn trajediya mirovahiyê tê qebûlkirin, di serî de Saraybosna, Vîşegrad, Priyedor, Foça, Zvornîk û Biyelîna li gelek bajaran boşnak tûşî qetlîam, êşkence û mişextan hatin.
Bi perçebûna Yûgoslavyayê ve Bosna Hersekê jî bi referandûma di navbera 29ê Sibatê û 1ê Adara 1992yan ve serxwebûna xwe îlan kir û bi îlankirina serxwebûnê re şerekî xwînrêj ê ku heta sala 1995an dewam kir, dest pê kir. Di şer de piraniya wan boşnak biqasî 100 hezar mirov mirin, biqasî 50 hezar jin hatin tecawizkirin, 2 milyon mirov jî mecbûr man ku cih û warên xwe biterikînin.
Li dû destpêka şer hêzên sirban Saraybosnaya paytext dagir kirin û dagirkirinê 3 û nîv sal dirêj kir. Ev dagirkirin wekî temendirêjtirîn dagirkirin kete nava qeydên dîroka nûjen. Di seranserê dagirkirina Saraybosnayê de biqasî 10 sivîlî jiyana xwe ji dest da, zêdetirî 50 hezar sivîlî birîndar bû. Li bajêrê ku her roj biqasî 329 bombe diketin xwarê 100 hezar avahiyî zirar dît.
Di tevahiya dagirkirina Saraybosnayê de qetlîama ku herî zêde di hişê mirovan de zindî maye ew bû ku hêzên sirban du caran bi topa esmanî êrîş birin ser cihê bazarê yê Markaleyê. Di êrîşa ewil a 5ê Sibata 1994an de 68 kes miribûn û 144 kes jî birîndar bibûn. Di êrîşa duyemîn a yekîneyên sirban a 28ê Tebaxa 1995an de jî 43 kes miribûn û 84 kes jî birîndar bibûn.
- Qampên şer ên "mirinê"
Li Bosnayê ji destpêka şer û pê ve gelek kampên komkirinê yên piçûk û mezin hatin avakirin û ev kamp ji mêrên boşnak re bûn rawestgeha dawîn. Li gorî daneyên Yekîtya Mexdûrên Kampên Komkirinê yên Bosna Hersekê di seranserê şer de 657 kampên komkirinê hatin avakirin û di van kampan de nêzî 30 hezar mirovî jiyana xwe ji dest da.
Di kampên komkirinê yên mîna Manyaça, Keraterm, Omarska, Trnopolye, Dretely, Gabela, Helîodrom, Lûka Brçko, Batkovîç, Sûşîtsa û Kûlayê yên ku herî zêde tên zanîn yên ku seranserê welat hatin avakirin de nêzî 200 hezar mirovî rastî êşkenceyê hatin û tecawizê 25 hezar jinî kirin.
Kesên ku di kampên komkirinê de kuştin di komgoran de hatin çalkirin. Piştî şer kesên ku eqrebayên wan wenda bûn û hatin kuştin dest bi lêkolînê kirin û heta niha di komgoran de gihîştin cesedê 20 hezar boşnakî û hê jî cesedê 7 hezar û 324 qurbaniyan wenda ne.
- Du qetlîamên mezin ên nêzîkê Travnîkê
224 boşnak di 21ê Tebaxa 1992yan de ji kampa komkirinê ya Tronopolyeya li Priyedorê birin tanga Koriçanske Stiyeneyê û li bi destê yekîneyên sirb ve hatin kuştin.
Qetlîameke din a mezin a nêzî Travnîkê jî Ahmîçî ye. Yekîneyên girêdayî Konseya Parastina Xirvatan (HVO) di 16ê Nîsana 1993yan de ketibûn gundê Ahmîçiyê û 43 jê jin û zarok 116 boşnak kuştibûn.
- Zvornîk, Biyelîna û "Pilingên Arkan"
Bajarê Zvornîkê yê li rojhilatê Bosna Hersekê cihekî wisa ye ku lê, li dijî xelkê boşnak qetlîameke mezin pêk hat. Artêşa Gelê Yûgoslavyayê (JNA) di 9ê Nîsana 1992yan de êrîşê bajar kir. Yekîneyên paramîlîter yên bi navê "Pilingên Arkan" yên Jelyko Rajnatovîç ê ku leqaba wî "Arkan" bû tevî yekîneyên paramîlîter ên din ên sirb ve tevî operasyona li dijî bajêr bûn.
Di qetlîama ku li Zvornîk û hawirdora wê pêk hat de gelek însan hatin kuştin. Heya niha di komgoran de rastî cesedê hezar û 200 qurbaniyan hatin û yê hezar û 500 kesî hê jî wenda ne.
Leşkerên sirb ên di bin emrê Arkan de di sala 1992yan de li Biyelînayê jî qelîamên mezin kirin. Tê texmînkirin ku li vir biqasî 500 boşnak hatin kuştin.
- Qetlîamên li Vîşegrad û Foçayê
Wisa tê zanîn ku li Vîşegradê yekîneyên sirban qetlîam û êşkence pêk anîn û miletê boşnak mişext kir. Li Vîşegradê hezar û 700 kes hatin kuştin û 14 hezar kes jî bûn koçber.
Li bajarê Foçayê yê ku sirb jê re dibêjin "Srbinye" ku tê wateya "Bajarê Sirban" xelkê boşnak di seranserê şer de tûşî qetlîam, êşkence, mişext û paqijiya nijadî hatin.
Tê diyarkirin ku di qetlîamên li Foçayê de piraniya wan boşnak, hezar û 900 kes hatin kuştin û 850 kes jî hê winda ne.