QAHÎRE
Li Misirê biryara idamê ya ku tevî Serokomarê hilbijartî Mihemed Mûrsî yê ku bi cûntayê ji wezîfeyê hat dûrxistin ji bo dijberên cûntayê re hat dayîn, di nava refên cuda yên civaka Misrê de wekî "bêhukm" hat şîrovekirin.
Dijberên cûntayê diyar dikin ku biryara dadgehê, biryareke ne adil e û alîgirên rêveberiya cûntayê jî dibêjin ku biryarê hundurê wan hênik kir.
Serokê Yekîtiya Alimên Misilmanên Cihanê Yûsif el-Qardawî yê ku navê wî jî di nava dosyeya biryara idamê ya ku ji miftîtiyê re hat şandin, heye wiha xeberda: "Tu qîmeteke biryarên idamê tunenin. Jixwe cîbicîkirina wan jî ne mimkûn."
Qardawî destnîşan kir ku ew şaş û metel e ku wî bi teşwîqkirina tundiyê ve tawanbar dikin û wiha dewam kir: "Mafê mirov heye ku meriv li hemberê zalim û batilan bilibite û şoreşê pêk bîne."
Berdevkê Teşkîlata Birayên Misilman (Îxwan) Mihemed Muntasar jî der heqê biryara idamê ya ji bo Mûrsî wiha got: "Ev biryar, idamkirina destkeftiya dawîn a şoreşa 25ê Rêbendanê ye. Emê şoreşa xwe bibin serî."
Berpirsê şaxa Misrê ya El-Kerame Navenda Hiqûqa Navneteweyî Ehmed Muferreh jî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku biryara idamê zede gihande meşrûiyeta dadgehê.
Muferreh bal kişand ku dadgeh li hemberê girtiyan adil nîne û wiha pê de çû: "Li pêşberê şikberan pêşqebûlên dadgehê hene. Erka vê dadgehê tune ku serokomarê welat bidarizîne."
Alîkarê Konseya Rehberiya Îxwanê Hayrat Şatir ê ku der heqê wî de jî biryara îdamê hat dayîn, keça wî Aîşeyê wiha xeberda: "Sewqkirina dosyeya idamê ya bavê min, Serokomar Mûrsî, şoreşger û siyasetmedarên din a ji bo miftîtiyê, li welat tê wateya faşîzm û sûîqestkirina edaletê."
Aîşeyê wiha domand: "Em wekî malbat van darizandinan qebûl nakin. Hemû şoreşger dê helwest û daxwaza xwe ya azadî, rûmet û edaletê ya ji bo welat bidomînin."
Dadgeha Misirê di doza "sîxurî" û "avêtina ser girtîxaneyan" ên ku li avahiya Akademiya Polêsan a li Qahîreyê tê dîtin de biryar stendibû ku ji bo wergirtina raya miftîtiyê ya der heqê biryara idamê de tevî Mûrsî dosyeya 106 kesan şandibû miftîtiyê. Wisa li bendê ne ku dê biryara nîhaî di danîşîna 2yê hezîranê de were dayîn.
Li gorî yasayên Misrê dosyeyên idamê beriya ku werin pesendkirin ji miftiyê dewletê re tê sewqkirin. Piştî ku raya miftî hat stendin dadgeh biryara xwe ya dawîn dide.