Türkan Tosun
30 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
ABU DABÎ
Enwer Qarqaşê Wezîrê Karên Derva yê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb der barê Serokwezîrê Berê yê Misrê Ehmed Şefîqê ku li welêt dijî û îdia dike ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb qedexe daye li ser heqê wî yê seyahetê de got tu astengî li ber wî tune, ew dikare ji welêt here.
Qarqaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê ji bo Ehmed Şefîq ê ku dibêje ewê di hilbijartina serokomariyê ya sala 2018an de li welatê xwe Misrê bibe namzed û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb seyaheta wî qedexe dike daxuyaniyek da.
Wezîr Qarqaş di peyama xwe de wiha got: "Ehmed Şefîq li hember qenciya Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb nankorî kir û em ji ber vê xemgîn in. Piştî encama hilbijartinên sala 2012yan Şefîq ji Misrê reviya û xwe sparte Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb. Di hin mijarên der barî wî de em ketibin şikê jî me alîkariya wî kir û wezîfeya mazuvaniyê kir."
Qarqaş got welatî wî ji ber hezkirina Misrê û gelê Misrê mazuvaniya Şefîq kiriye û alîkarî daye wî û niha tu astengî li ber wî tune ku ew ji welat dernekeve.
Ehmed Şefîq di hevpeyvîna xwe ya El Cezîreyê de gotibû ew ji ber jiyana xwe ya li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb kêfxweş e lê rêvebirî nahêle ku ew here Misrê.
Şefîq gotibû ewê di hilbijartina serokomariyê ya sala 2018an de li welatê xwe Misrê bibe namzed û wiha dewam kiribû: "Ji ber mêvanperweriya biqîmet a Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ez spasdar im û çiqas spas bikim hindik e. Lê dîsa jî ez naxwazim ew têkilî karên me yên navxweyî yên li welatê me bibin, mafên min ên zagona bingehîn asteng bikin, nehêlin ez beşdarî karekî pîroz û neteweyî bibim. "
Şefîq bangî meqamên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb kiribû ku bila li ber wî astengiyan dernexin.